Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şirove: Biden Armancên Siyasî yên bi Îsraîlê re Dinirxîne...Ew Ne Wek Saûdî û Tirkiyê Ye


Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Roja Şemiyê rojnama Haaretz ya Îsaîlî şirovek weşand û dide zanîn ku, Biden hewl dide ku Îsraîl nebe "Dewletek Nehezkirî".

Analîza ku rojnama îsraîlî "Haaretz" roja şemiyê got ku Biden di hewildanan de ye da ku Îsraîl weke welatên hevalbendên Washingtonê yên berê yên wek Erebistana Saûdî û Tirkiyê lê neyê û nebe welatek berterefkirî ku nayê hezkirin.

Di analîza ku ji hêla rojnamevan Zvi Bar'el ve hatî nivîsandin, hate gotin ku Biden xwedî soz e ku hevalbendiya dîrokî ya bi Îsraîlê re biparêze, lê siyasetmedarên Îsraîlî di heman demê de haya wan ji vê yekê tune.

Nivîskar dibêje, ku Serokê berê yê Amerîka Donald Trump dema ku Enqere di sala 2019an de hewl da êrîşî herêmên Kurdan li bakurê Sûriyê bike û herwiha ji ber kirîna sîstema berevaniya esmanî ya Rûsî S-400 ji Rûsyayê, bi tundî bi Enqerê re mijûl bû.

Di wê serdemê de, Amerîka sizayên aborî li ser Tirkiyê sepandin û herwiha siza li ser berpirsên berevaniya Tirkiyê yên payebilind jî sepand, ku peyameke zelal ji Enqerê re şand ku "heta hevalbendên Amerîkayê jî dê jibo sizayan bê parêzbendî bimîn in."

Di derbarê Erebistana Saûdî de, nivîskar nîşan dide ku Biden ji bo rawestandina şer li Yemenê, ku bû sedema mirina zêdetirî 100,000 kesan, zorî da wî wealtî.

Nivîskar dibêje, Ji hingê ve têkiliyên Washington bi Riyadê re baştir bûne, ji ber ku di Kanûna borî de Biden rawestandina firotina çekan ji Erebistana Saûdî re betal kir, û boykotkirina wî ya tam ya welîehdê Erebistana Saûdî Muhammed bin Selman, ku li dû soza wî di dema kampanyaya hilbijartinê de dabûn û got bû ku jiber kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqçî soz be ku em wî welatî weke welatek berterefkirî bidin naskirin.

Wî her wiha got, piştî wê demê Erebistana Saûdî careke din bûye şirîkê bihêz yê Waşîngtonê û niha bûye alîyek ji armanca Amerîkayê ya normalkirina peywendiyên Erebistana Saûdî û di amadekariyan de ye jibo peymana Berevaniyê ya bi Amerîka re.

Lê çawa ku bi Tirkiyê re kir, Washington bi Erebistana Saûdî re eşkere kir ku pêwendiya stratejîk hewce dike ku ne tenê parastina berjewendiyên Amerîkî giringe, lê dîsan derbazkirina nirxên Amerîkî di ber çavan re giring e.

XS
SM
MD
LG