Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden Û Xanima Yekê Jill Biden Newrozê Pîroz Dikin


Joe Biden û Jill Biden li dora Heft Sînî ya Newrozê
Joe Biden û Jill Biden li dora Heft Sînî ya Newrozê

Serokê Amerîka Joe Biden bi boneya cejna newrozê peyamek weşan û peyam di malpera fermî ya Qesra Spî de hat weşandin.

Biden got, Jill û ez daxwazên xwe yên xweşhalîyê pêşkêşî hemû kesên ku îro li Amerîka û li seranserê cîhanê Newrozê pîroz dikin - li Îranê û li seranserê Rojhilata Navîn, li Asyaya Navîn û Başûr, li Kafkas û li Ewrupayê.

Wî got, Cejna Newrozê dibe sedem ku li ser yek sifre kom dibin û spasiyên xwe pêşkeşî xweştiviyên xwe bikin, bi xêr û bereketên xwe razîbûnê nîşn bidin, xwarin û diyariyên xwe parve bikin, fikir di sala derbazbûyî de bikin û pêşwaziyê li hatina biharê û demsaleke nû dikin.

Herwiha di peyamê de hat gotin ku ew li dora sifreya heft sînî ya taybet bi Qesra Spî bi giyanê destpêkeke nû û kêfxweşiya Newrozê kom dibin, ku derbirînê ji hêvîyên me bo saleke nû dikin.

Ew rêzgirtin û pîrozkirina çand û dostaniya zindî ya gelek civakên me yên dîyasporayê li Amerîka ye ku her roj tevnek pir rengî yê netewa me bihêz dikin.

Li dawiy peyamê bi peyvên farisî cejna newrozê pîroz kir û got " Eid-eh Şoma Mobarak - em Newroza we pîroz dikin."

XS
SM
MD
LG