Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden bi Peyamekê Cejna Newrozê Pîroz Dike


Serokê Amerîka Joe Biden jibo pîrozkirina Newrozê îro Duşemê bi mesajeke nivîskî weşand û cejna hemî kesên li Amerîka û seranser cîhanê pîroz kir.

“Cejna Newrozê hezkirîyên xwe li dora sifra Heft-Sîn dicivîne ku li ser sala derbazbûyî bifikire û hêvîya xwe ya jibo sala pêş nû bike. Îsal, Newroz di demeke dijwar de tê ku gelek malbat ji her demê pirtir hewceyî hêvî ne ku di nava wan de jinên Îranê hene ku jibo mafên xwe yên mirovî û azadîyên bingehîn têdikoşin. Amerîka wê li kêleka wan û hemû hemwelatîyên Îranê yên ku bi bawerî û wêrekîya xwe îlhamê didin cîhanê, bisekine. Û bi hevkarên xwe re, emê erka xwe ya berpirsên Îranê ji êrîşên wan ên li dijî gelê xwe bidomînin.”

Serok Biden bi berdewamî got ku bi vê dema de ku ew pêşwazîya Newrozê dikin, wan bi geşbînî sifreya Heft Şîn li Qesira Sipî xemilandîye ki hêvîyên xwe yên jibo sala nû nîşan bidin.

“Û, em her derê tev li Amerîkîyan dibin ku civakên dîyaspora yên cihêrengî pîroz dikin ku bi domdarî bingeha netewa me, nifş bi nifş xurt dikin. Jibo her kesê ku vê cejnê pîroz dikin û di sala nû de aramî û serfirazî dixwazin.”

Serok Biden herwiha li Qesira Sipî mêvandarîya pîrozbahîya Newrozê kir ku li gor gotina wî cara yekê ye ku pîrozbahîyeke wiha mezin li wire hat çêkirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku di pîrozbahîya Qesira Sipî de nûnera Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) Sînem Mihemed jî amade bû.

XS
SM
MD
LG