Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden jibo Roja Azadîya Ragihandinê Peyamek Weşand


Serokê Amerîka Joe Biden îro Înê ser Roja Azadîya Ragihandinê ya Cîhanê daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Biden di daxuyanîyê de got ku rojnamevan jiber karên bi dijwarîyên giran re rûbirû dimînin û dîyar kir ku divê rojnamevanî wek sûc neyê dîtin.

‘’2023 jibo rojnamevan yek ji salên herî kujer yên dîroka nêz bû. Yek ji sedemên vê şerê li Gaza ye ku piranîya wan Filîstînî gelek rojnamevan li herêmê hatin kuştin.’’

Biden bal kişand ku sala borî pirtir ji 300 rojnamevan ketine girtîgehê û dîyar kir ku ew jî hejmara herî bilind ya salên dawî ye.

Wî dîyar kir ku li Rûsya rojnamevanên Amerîkî, Evan Gershkovich û Alsu Kurmasheva jiber xebatên xwe yên jibo Wall Street Journal û Radio Free Europe / Radio Liberty hatine girtin û got ku Austin Tice jî hîn li Sûrîyê dîlgirtî ye.

Biden dîyar kir ku Amerîka bang li dewletên cîhanê dike ku rojnamevanên jiber kar hatine girtin demûdest berde û banga berevanîya rojnamevanan kir.

Serokê Amerîkî got ku rêvebirîya wî wê piştgirîya jibo medyaya azad û serbixwe bidomîne.

Li gor ragihandina Biden, Amerîka wê jibo têkoşîna dijî sûcên ser rojnamevanan, xurtkirina ewlekarîya sazîyên medya yên serbixwe û piştgirîya hiqûqî ya jibo rojnamevanên lêkolîner yên li seranserê cîhanê hin gavan biavêje.

Biden dîyar kir ku ewê di rojên pêş de zexta ser azadîya medyayê wek gefeke dijî ewlekarîya neteweyî bibînin û dijî wan kesên hewil didin dengê medyayê bibirin tole û qedexeyên vîza ragihînin.

Wî got ku rojnamevan û xebatkarên medya jibo hemî demokrasîyan hewce ne û bal kişand ku muxalefeteke agahdar jibo avakirina civakeke xurt û pêşketî pêwîst e.

Serok Biden got ku ew rojnamevan û xebatkarên medya jiber wêrekîya wan pîroz dike û ew jibo medyaya azad bi wan re ye.

XS
SM
MD
LG