Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Putin Dê Derbarê Xwestekên Ewlekarîyê Bipeyivin


Serokê Amerîkî Joe Biden û hevtayê xwe yê Rûs Vladimir Putin dê roja Pêncşemê bi hev re bipeyivin li vê dema ku serokê Rûsyayê xwestekên xwe jibo garantîyên ewlekarîyê li Rojhilata Ewrupayê zêde kiriye.

Berdevka Civata Ewlekarîyê ya Koşka Spî Emily Horne in daxuyanîyekê de got ku ewê herdu rêber behsa “çend mijaran bikin, di nav de jî danûstandinên diplomatîk.”

Ev gotûbêj tên li dema ku Amerîka û hevalbendên wê yên Rojavayî berê xwe didan zêdebûna leşkerî ya Rûsyayê ser sînorê ligel Ukraynayê. Xem heye ku Moskow xwe amade dike jibo derbazî Ukraynayê bibe.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Çarşemê ligel Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy axivî.

Berdevkê Wezareta Derve Ned Price got ku Blinken “piştgirîya bêrawestan ya Amerîka jibo serxwebûn, serwerî û yekîtîya axa Ukryanayê hember zêdebûna leşkerî ya Rûsyayê ser tixûbên Ukraynayê dubare tekez kir.”

Price herwiha got ku herdu karbidestan behsa hewildana çareserkirina nakokîya li rojhilata Ukraynayê bi awayekî aştîyane û danûstandinên diplomatîk yên nêzîk ligel Rûsyayê kirin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG