Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden di Hilcivîna bi Putin re Dê Rêzgirtina Mafên Mirov Daxwaz Bike


Serokê Amerîka Joe Biden di gotara xwe ya roja Yekşemê de soz daye ku ewê di hilcivîna bi Putin re ya di meha Hezîranê de daxwaza rêzgirtina mafên mirov bike, û Washington dê rê nede Moskow ku "Binpêkirinên" mafên mirov dom bike.

Biden di peyva xwe ya Yekşemê de gotiye "Di çend hefetyên din de li Ceneva ezê bi Putin re bicivim, dê ji wî re bidim zelal kirin ku emê qet rê nedin-Em qet destdahêlayî nerawestin ku rê bidin maf bihên binpêkirin."

Serok Joe Biden îro Yekşemê li Veterans Memorial Park, li eyaleta Delaware peyvek li bîranîna salane ya roja Bîranînan ya Cegawerên Amerîkî pêşkeş kir.

Serokê Amerîka Joe Biden û hevpîşeyê wî yê Rûs Vladimir Putin, plan kirîye ku roja 16ê Hezîranê li bajarê Swîsre Ceneva hevdu bibînin.

Di hilcivîna herdu serokan de, dê pirsên giring yên girêdayî cihanê û herêmê bihên behis kirin, çavdêr dibêjin ku serokê Amerîka dê ji serokê Rûsya Vladimir Putin daxwaz bike ku xwe ji Çînê dûr bixe.

Çavdêr didin zanîn ku gelek mijarên giring hene herdu serok di nava xwe de gotûbêj bikin, ji wana pirsa sinordar kirina Çekê Atomî, pirsa Ukrayna û Niv-grava Krimê û aloziyên li wê herêmê û pirsa mafên mirovan li Rûsya.

Herwiha tê texmîn kirin ku aloziyên li herêmê û rojhilata navîn û pirsa vekişîna ji Afganistanê û şerên li Sûriyê jî bibe mijara axiftina herdu serokan.

XS
SM
MD
LG