Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna Biden-Putin li Ceneva Destpêkir


Switzerland Biden Putin
Switzerland Biden Putin

Serokê Amerîka Joe Biden û serokê Rûsya Vladimir Putin li bajarê Ceneva yê Swîsre roja Çarşemê rû birû hatin hemberî hev, wezîrên derve yên her du welatan Blinken û Lavrov amade bûne, herwiha serokê Swîsre Guy Parmelin.

Biden piştî Putin gihişte qesra LA GRANGE li Cenva ku ew herêm bûye bingeheke leşkerî û tedbîrên ewelkariyê yên tund hatine standin jiber hilcivîna Biden-Putin.

LA GRANGE qesreke dîrokîye dîroka wê vedigere bo sedsala 18an û dikeve ser derya Liman-Vatin, weha dixweyê ku dê danûstandinên zehmet hebin.

Biden di rojên borî de hewlesteke zelal li hember Putin dabû diyar kirin, pêçewaneyî serokê Komarî Donald Trummp ku hin nezelalî hebûn.

Biden sozdabû ku ewê bêje Putin kanê "Hêlên Sor" çine. Duşemê berî bidawîbûna civînên NATO li Bruksel Biden got "Em hewila dijberiya Rûsya nadîn, lê emê bersivê bidîn dema Rûsya li ser çalakiyên xwe berdewam bibe."

Bajarê Ceneva dîsan mazovaniya yekemîn hevdîtina serokê berêtir yê Amerîka Ronald Reagan û Mikhail Gorbachev kirbû li sala 1985ê, ku di wê demê de destpêka bidawê kirina şerê sar bû.

Derbarê bersivdana pirsekê dema roja Sêşemê gihişte Ceneva û hesta wî ya li hember hevdîtina bi Putin re, Biden got "Ez her tim amademe".

Civîn dibe ku 4-5 demjimêran dirêj bikêşe, lê weke endamekê rêveberiya Amerîkî gotî, ne zelale kanê her du serok dê nanê nîvro bi hevre bixûn yan na.

Li gorî plana karî ya hilcivîna Biden-Putin, herdu serok hev du dibînin di rûnişteneke sergirtî de ku wezîrên derve yên her du welatan Blinken û Lavrov jî amade dibin, lê piştî wê dê civînek berfireh hebe.

Xala yekne ku rêveberiya Washington û Kremlin li ser hevrane, ewe ku têkiliyên her du welatan di asta herî nizim dane, derveyî wê, nakokoiyên wan pirr in, tê çaverê kirin ku danûstandin dê gelek dijawar bin.

XS
SM
MD
LG