Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden di Roja Jinan de Soza Xurtkirina Mafê Jinan Dide


Serokê Amerîka Joe Biden îro Duşemê 8’ê Adarê, Roja Jinan ya Navnetewî bi peyameke nivîskî pîroz kir.

Biden dîyar kir ku ew li Amerîka û li seranserê cîhanê destketinên jin û keçan dibînin û peşketina wan pîroz dikin.

Wî pêgirîya revebirîya xwe bi bîr xist ku armanc dike wekhevî, rûmet û fersendên jibo tevahîya jin û qîzan pêk were.

“Her mirovek, bêyî zayend yan faktorên din şansê heq dike ku bi tevahî potansîyela xwe ya ku Xwedê daye, bijî. Piştrastkirina ku her jin û keçek xwediyê wê şansê ne, tenê tiştê rast yê kirinê ye – hevdem di heman demê de pêwîstîyeke stratejîk e ku pêşketin, aramî û ewlehîya neteweyê me û cîhanê pêş dixe.”

Serok Biden da zanîn ku hîn jî li gelek hereman, jin û keç bi astengîyan re rûbirû dimînin ku derfetên wan sînordar dike û beşdarbûna wan ya jîyana aborî, sîyasî û civakî kêm dike.

“ Ev astengî di dema pandemîya COVID-19 ve pirtir eşkere û xira bûn; ser li beşdarbûna hêza kedê ya jinan bandoreke xirab kir, barê hem ser lênêrînerên bi heq û hem jî yên bêheq giran kir û herwiha bûyerên tundîya li ser bingeha zayendî zêde kir,“ Biden got.

Serok Biden anî ziman ku pêşxistina statûya jin û keçan; aborîyê, demokrasî û civakan bi tevahî xurt dike.

Biden bal kişand ku jiber vê yekê wî bi avakirina Konseya Sîyaseta Zayendî ya Qesra Spî wekhevîya zayendî kiriye wareke bingehîn ya Rêvebirîya xwe, demeke kurt piştî ku salek berê wî dest bi seroktîye kir.

“ Jiber vê yekê, me bo cara yekê Stratejîya Neteweyî ya Maf û Wekhevîya Zayenda Civakî dîyar kir - rojeveke xurt ya bo piştgirîkirina jin û malbatan hem bi rêka sîyaseta navxweyî û hem jî ya derve. Jiber vê yekê, me di lênêrîna zarokan de veberhênan kir û bi Plana Rizgarkirina Amerîka piştgirî da derfeta aborî ya jinan.
Me jibo jinûve kêrhatinkirin û xurtkirina Qanûna Tundîya Dijî Jinê, têkoşîn kir. Me pirsgirêka destdirêjîya seksî di artêşê de bi reformên dadmendîya leşkerî yên berfereh çareser kir.“

Biden dîyar kir ku wî herî dawî di 3'ê Adarê de Qanûna Bidawîkirina Dadwerîya Bi Darê Zorê ya Destdirêjiya Seksî û Tacîza Zayendî îmza kir.

Serok Biden erêkirina wê qanûnê bi peyamekî li ser hesabê xwe yê fermî ragihandibû.


“ Ev roj bo dadmendî û edaleta di cîhên kar de rojeke girîng e. Jibo kesên ku rastî tacîz û destdirêjîya seksî tên, îro mafeke we heye ku do tunebû.“

Biden ragihand ku wan bo parastina mafê jinan ya zarokanînê dest bi xebateke tam ya hikûmetê kir û di pêşîgirtin, çareserkirina nakokîyan de, warên aramî û ewlehîyê de; tevlêbûna jinan ya bi rengekî pêş xistine.

Wî dîyar kir ku wan herwiha bo pêşxistina ewlehîya aborî ya jinên li çaralîyê cîhanê, Fona Kiryarên Maf û Wekhevîya Zayenda Civakî ava kiriye.

Biden di peyama anî ziman ku wê bo teşwiqkirina wekhevî ya zayendî ya li seranserê cîhanê, 2.6 mîlyar dolar bo bernameyên alîkariya derve ji Kongresê daxeaz bike, ku ev du qat zêdetirê bo bernameyên zayendî yên sala borî ye.

Biden peyama xwe ya Roja Cîhanî ya Jinan wiha bi dawî kir:

“Di vê rojê de û her rojê de, divê em zanibin ku dema ku jin û keç karibin bigehîjin potansîyela xwe ya tevahî, emê hemû xwedîyê siberojeke baştir bin -û bi hevre, werin em hewildanên xwe yên bo pêşxistina de rûmet, wekhevî û derfetên bêsînor jibo her kesî nû bikin. “

XS
SM
MD
LG