Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden Hefteya Bihê Dê Seredana Rojhilata Navîn Bike


Serokê Amerîka Joe Biden

Serok Joe Biden dê di heftîya bihêt de ber bi Îsraîl ê û Kenara rojava û Erebistana Saûdî here da ku fişaran bikar bîne bo yekrêzîya derbarê Îsraîlê li herêmê zêdetir bike û daxwaz ji welatên Kendavê kir ku jibo sivikkirina krîza cîhanî ya enerjîyê pirtir petrolê berhem bînin û tekez li ser ewê çendê bike ku Amerîka rijde ji bo karên xwe yên pêşî li herêmê, zêdebarî giringîdan bi şerê li Ukrayna û pêşbaziya stratejî ya bi Çînê re.

Li Îsraîlê Biden wê bi Serokwezîrê demkî Yair Lapid û serokê opozîsyonê Benjamin Netanyahu re bicive û li ser ewlehiya Îsraîlê ya di dema dagirkirina Îranê ya li ser herêmê de û di nav de yekkirina kapasîteyên parastina hewayî bi welatên Ereb yên Kendavê re.

Li Kenara rojavayê dê piştgiriya xwe ji bo çareseriya du dewletan dubare bike û hewl dide têkiliyên bi rêveberiya Filistînê re sererast bike piştî ku rêveberiya Trump alîkarî kêm kir û konsulsxaneya Amerîkayê li Qudisê girt ku wek nûnerên Amerîkayê ji bo Filistîniyan kar dikir.

Biden dê bi endamên Encûmena Hevkarîya Kendavê (GCC) welatên di yên din li herêmê bicive, yên weke Behreyn, Kuweyt, Oman, Qeter, Saûdî, Îmarat, Misir, Iraq û Urdun beşdarîyê di kombûna GCC+3 de bike û dê tê de nêrîna xwe ya ji bo beşdarîkirina Amerîka di evê deverê de pêşkêş bike.

Hatiye plankirin ku ji bo çareserkirina têkiliyên bi Erebîstana Saûdî re, ku di demekî de têkilî nebaş bûn, ewê bi Prensê Cîgir (Welîehid) Mihemed bin Salman re hevdîtinê bike.

Çavdêr çaverê dikin ku Biden hewildana hevsengiya berjewendiyan bike li ser bingehên siyaseta derve ku seng daye ser baladestiya demokrasiyê bi ser stemkariyê de, bi taybet li jêr roşnahiya kuştina rojnamevan Cemal Xaşoggî (Xaşiqçî) û Şêrîn Ebû Eqla.

Di dema ku Amerîka û welatên din rûbirûyê bilindbûna buhayên sotemenîyê û têkçûna aborî dibin ji ber şerê Rûsî li Ukrayna, bijardeyên Biden kêmin, tenê dibe ku bikare di beşdariya welatên berhemanîna petrolê de li herêmê rol bibîne.

Lê Kristian Coates Ulrichsen, endamê payebilind yê Enstîtuya Bayker ji bo Rojhilata Navîn, got ku buha ewqas zêde bûne ku berhmdarên petrolê dibe ku karibin petrola pêwîst berhem bînin da ku buhayê sotemeniyê kêm bikin.

Tevî peymana meha Hezîranê ya îsal ya ji bo bilindkirina hilberîna petrola xav 648 hezar bermîl di mehên 7 û 8'an de ji aliyê rêxistina navnetewî OPEC+ endamê Rêxistina Welatên Îxracata Petrolê û hevalbendên wê rûsya jî di nav de bûhayên petrolê di asteke bilind de hiştine.

Ulrichsen ji Dengê Amerîka re got, "Ez tenê nabînim ku Saûdî û Îmarat amade ne ji biryara OPEC+ derkevin." Têkiliya wan bi Rûsyayê re hene ku dive fikir lê bihê kirin.

Çavdêr dibêjin ne mumkine tevgera niha li bazar heyî zû bihê guhertin, ev jî sedemeke ku rêveberîya Amerîka çaverê kirinek kêm heye ji bo buhayê petrolê û rewşa enflasyonê ku bikarin kêm bibin, li şûna wê ewê tekezê li ser çareseriya rewşa ewlekariya li herêmê bike ne sotemeniyê.

Amerîka bi dehan salane piştgirîyê dide sîstema parastina hewayî ya yekbûyî ya di navbera welatên endamên Encûmena Hevkariya Kendavê (GCC) û Îsraîlê de, asoyên li ser pêşketina hevkariya navbera Îsraîl û welatên Kendavê hene, bi taybetî jî Îmaratên Erebî.

John Kirby koordînatorê peywendiyên stratejîk li Civata Ewlekariya Neteweyî roja Pêncşemê ji rojnamevanan re got: "Em bi awayekî dualî bi welatên herêmê re li ser şiyanên berevaniya hewayî bi taybetî dipeyivin û çi ji destê me tê em dikarin alîkariya berevaniya wan bikin û piştre em li pey wê ramanê ne ku em dikarin van hemû berevaniyên hewayî bi awayekî yek bixin."

Zêdebûna motîvasyona hevkariyê giringe, ji ber ku tirsa berfirehbûn û baladestiya Îranê ye. Robert Mali nûnerê taybet yê Amerîkayê bo karûbarên Îranê di destpêka vê hefteyê de diyar kiribû ku îhtîmal e çend hefteyek mane ku Tehran xwe bigehîne Uraniuma pîtandî ji bo sotemeniya çêkirina bombeya atomî.

XS
SM
MD
LG