Serokê Amerîka Joe Biden jiber mirina rêberê opozîsyonê Aleksei Navalny ya li zindanê ya hefteya borî û jiber şerê berdewam li Ukrayne, îro Înê pirtir ji 500 toleyên nû li dijî Rûsya ragihandin.
Biden got ku toleyên nû wê kesên ku bi zindankirina Navalny ve peywendîdar in, û herwiha sektora darayî û pîşesazîya berevanî, torên kirîn û peydakirinê bikin armanc.
Biden da zanîn ku toleyên nû herwiha kesên ku li çend parzemînan toleyên heyî binpê dikin jî bikin armanc.
"Emê misoger bikin ku Putîn wê jibo êrîşkarîya xwe ya li derveyî Rûsya û zordarîya li nav welêt berdeleke hîn girantir bide,"Biden di daxuyanîyê de got.
Serok Biden herwiha got ku ewê li ser 100 kes û sazîyên, ku pitgirya artêşa Rûsî dikin, sînordarkirinên derfirotinê jî ferz bikin û hin pêngavên nû bavêjin ku dahata Rûsya ya petrolê kêmtir bikin.
Biden bang li Civata Nûneran ya Amerîkî kir ku pêşnîyara alîkarî ya Civata Senatoran erê bike da ku ew bikaribin alîkarî bînin Ukrayna.
Biden hişyarî da ku çek û cebilxaneyên Ukrayna ber bi nemanê ne.