Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Derkirîna Nefta Rûsî Qedexe Dike


Serok Joe Biden.
Serok Joe Biden.

Serokê Amerîkî Joe Biden îro Sêşemê qedexeya derkirîna neft û gaza xwezayî ya Rûsyayê bi awayekî fermî ragihand.

Biryara Biden beşek e ji toleyên Amerîkî dijî Rûsyayê piştî ku Moskow dagîrkirina Ukraynayê destpê kir.

“Ewê buhayê vê yekê li Amerîka jî hebe. Dema ez pêşî ser vê yekê axivîm, min got ku berevanîya azadîyê dê bi buha be, dê qelenê vê yekê li Amerîka jî hebe. Komarî û Demokrat wekhev vê yekê fêm dikin. Komarî û Demokrat wekhev zelal in ku divê em vê bikin,” Biden got.

Ji niha ve bandora vê biryara qedexekirina nefta Rûsî ji alîyê Amerîka ve bûye sedem ku nirxê bermîla nefta xav ya Brent bigihêje 140 dolaran. Ev jî nirxê herî bilind ji sala 2008’an ve ye.

Zêdebûna buhayê nefta xav dê yekser bandorê li buhayê benzîn, mazot û berhemên din yên gazê bike ku xelk bi awayekî rojane bikar tînin.

.
.

Rûsya welatê yekê ye di cîhanê de ku nefta xav û berhemên wê difiroşe derve. Ew rojane dora 7 mîlyon bermîlan derdifiroşe ku bi rêjeya 7% ji berhemdana cîhanî ye. Jiber vê jî, tê çaverê kirin ku biryara qedexeya ser neftê ji alîyê Amerîka ve dê bibe eger ku nirxê neftê ser asta cîhanê hîn jî bilindtir bibe.

Şîrovekar pêşbînî dikin ku dirêjbûna şerê Rûsya ligel Ukraynayê dê zîyaneke mezin bigihîne sektora petrolê seranserê cîhanê.

Giovanni Staunovo, pisporê bazara neftê, dibêje ku “şerekî dirêj dê bibe sedema astengkirina alavên berhemdana neftê û paşê dibe ku bibe sedema bermîna nefta xav ya Brent bigihêje 150 dolaran.”

Cara dawî nirxê bermîla neftê 100 dolar derbaz kir sala 2014’an bû. Di sala 2008’an de jî buhayê bermîla neftê gihişt 147 dolaran.

XS
SM
MD
LG