Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koşka Spî Ragihand ku Biden Bi Rêberên Frensa, Almanya û Brîtanyayê Re Axivî


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden roja Şemîyê bi rêberên Fransa, Almanya û Brîtanya re axivî, di demekê de ku çeteyên Rûsî yên serhildêr ber bi Moskoyê ve diçûn piştî ku bi şev bajarekî başûr girtin, Koşka Spî got.

Wê got,"Rêberan rewşa Rûsyayê gotûbêj kir. Her wiha piştgiriya xwe ya bênavber ji Ukraynayê re piştrast kir."

Koşa Spî ragihand ku Biden derbarê rewşa rûdayî ya li Rûsyayê de ji aliyê tîma xwe ya ewlekariya netewî ve sibeha Şemiyê hat agahdarkirin, û got ku serok dê di tevahiya rojê de agahdar bibe.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî bi hevtayên xwe yên welatên G7 re axivî.

Tevgera çeteyên Koma Wagner, yekem dijwariya rijd dide pêşiya serokê Rûsyayê Vladimir Putin di desthiladariya wî ya 23 salan de.

Putin ku di axaftineke televizyonê ya awarte de kiryarên Koma Wagner wekî "xiyanet" bi nav kir, got her kesê ku li dijî artêşa Rûsyayê çek hilgirtibe dê were cezakirin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG