Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Dibêje Kuştina Qureyşî Tolhildana Êrîşa Ser Hesekê Ye


Serokê Amerîkî Joe Biden îro ragihand ku rêberê DAIŞ’ê Ebu Ibrahim el Haşimî el Qureyşî di operasyoneke Amerîkî de li bakurê rojavayê Sûrîyê hate kuştin.

Ebu Ibrahim el Haşimî el Qureyşî
Ebu Ibrahim el Haşimî el Qureyşî

Biden eşkere kir ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî di wê operasyonê de alîkarîya wan kir.

Berdevkê Navenda Ragiandinê ya HSD’ê Ferhad Şamî ji Dengê Amerîka re got ku kuştina Qureyşî jibo tunekirina DAIŞ’ê serketineke stratejîk e.

“Me di komkirina agahîyan, şopandina tevgera danûstindina vî çeteyî, amadekirina çalakîyê û do cîhanîna wê operasyonê de roleke girîng list. Operasyon ji herêmên me destpê kir û rola hêzên me di hemî qonaxan de hebû.”

Şamî got ku ew operasyon gaveke girîng e û ew wek HSDê kuştina Qureyşî ji gelê xwe re û bi taybetî dayikan re dikin dîyarî.

Ferhad Şamî
Ferhad Şamî

“Kuştina wî çeteyî jibo gelê me, dayikên şehîdên zindana Hesekê re û bo tevahîya gelên Bakur û Rojhilata Sûrîyê re dîyarî ye. Ev çalakî wek tolhildana êrîşa ser zindana Hesekê ye. Şerê me li hember têrorê wê di asteke bilind de bidome û çeteyên DAIŞ’ê li ku bin wê bibin armanca hêzên me.”

Şamî sipasîya serokê Amêrîka Joe Biden jî kir ku di axaftina xwe de qala şerê wan yê li Hesekê jî kir.

“Em spasîya birêz Biden dikin ku şehîdên zindana ji bîr nekirin. Wî têkoşîna hêzên me bi bîr anî. Em jinavbirina vî serçeteyî jibo xweû gelê xwe serketineke girîng dibînin û sipasîya wî jî dikin. Bi nêrîna me sipasîya serokê Amerîka ya ji me re vedenga gelê Amerîkî ye.”

Şamî bi berdewamî îdia kir ku Qureyşî di bin parastina Tirkîyê de li wê hêrêmê dijîya.

“Tevgera vî serçeteyî di navbera gundê Derbelut ya Efrînê û Atmê ya li ser sînorê Tirkîyê ye. Tiştekî balkêş e ku li cîhê ku ew lê hatiye kuştin li milekî bargeha artêşa Tirk heye ku 400-500 metre dûr e. Li milekî din qereqola Tirkîye ye nêzî 300-400 metre dûrî wê heye û li milê dîtir jî gelek baregehên Tehrîr el Şam hene. Tiştekî balkêş e ku ew çete çawa li nav vê sêgoşeyê xwe diparast. Gelo ew di bin parastina Tirkîyê de bû?

Wêneyeke ji operasyona tunekirina Qureyşî
Wêneyeke ji operasyona tunekirina Qureyşî

Şamî bi bîr xist ku wan berê niha jî hişyarî dabû civaka navnetewî ku DAIŞ û cîhadîyên din yên tundrê li herêmên bin kontrola Tirkîyê, bi serbestî dijîn.

“Piştî dagirkirina Efrîn, Serêkanîyê û Girêsipî me gotibû ku dewleta Tirk tecrubeya 2013, 2014 û 2015an dubare dike. Dema ku Tirkîyê ji rojavayê Serêkanîyê heta ser sînorê Efrînê û milê Ezazê xist bin dagirkerîya xwe, wê sînor di navbera xwe û DAIŞ’ê de vekiribû û têkilîyên wan baş bûn. Wê demê me hişyarî da ku divê ew herêmana jibo DAIŞ’ê nebin herêmên ewle. Niha agahîyên me hene ku bi dehan fermandarên DAIŞ’ê li herêmên dagirkirî hene û parastî ne û me ev agahî bi alîyên peywendîdar re parve kirine.”

XS
SM
MD
LG