Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Ezê bi Xurtî Kar Bikim jibo Bernivîsên Binesazî û Xercîya Civakî Werin Derbaskirin


Serokê Amerîkî Joe Biden îro Şemîyê got ewê bi hemû hêza xwa kar bike da ku herdu bernivîsên binezasî û xercîya civakî ji alîyê Kongresê ve werin derbas kirin.

Biden do Înê serdana avahîya Kongresê kir di hewilekê de bo alozîya di navbera alîyên nermrê û pêşverû de yên partîya xwe ya Demokrat bidawî bîne. Ev alozî gefeyê li herdu bernivîsan dike ku bixwe bingeha ajendeya Biden ya xwecihî ye.

Serokê Amerîkî pênasîn bi wan rexneyan kir ku wî baş kar nekiribû da ku piştgirîyê jibo herdu bernivîsan li seranserê Amerîka peyda bike. Wî da zanîn ku gelek sedemên vê yekê hene, di nav de jî baldana wî ya ser bahoz û lehîyên ku vê dawîya li hinek deverên Amerîkayê qewimîne.

Biden herwiha got ku ewê li welêt bigere da ku ji xelkê re şîrove bike çima ev herdu bernivîs “pir girîng” in.

Qanûndanerên nermrê yên Demokrat dixwest ku dengdaneke demûdest li ser bernivîsa binesazîyê ya bi yek trîlyon dolar li Civata Nûneran bikin, jiber ku ew li Civata Senatoyê derbas bûye. Lê endamên Kongresê yên pêşverû yên Demokrat dixwazin bimînin heta ku rêkeftinek derbarê bernivîsa xercîya civakî ya bi 3.5 trîlyon dolar çê bibe.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG