Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dê behsa Pakêta Alîkarîyî 1.9 Trilyon Dolar Bike


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden dê îro Şemîyê li dor pakêta alîkarîyê ya bi nirxa 1.9 trilyon dolar biaxive, piştî erêkirina wê ji alîyê Encûmena Nûneran ve.

Biden dê Plana Rizgarkirina Amerîkîyan li Koşka Spî gotûbêj bike berî ku biçe wîlayeta xwe Delaware ji bo bêhinvedana dawîya hefteyê.

Encûmena Nûneran bi 219 li beramber 212 dengan, pakêta alîkarîyê ya Biden demekê berê îro erê kiribû.

Pakêt dê biçe sînatoya ku bi rêjeya 50î bi 50î di navbera Demokrat û Komarîyan de dabeş e, lê cîgira serok Kamala Harris dikare dengê xwe bide û di vê rewşê de dê dengên Demokratan bibin 51 û pakêt erê dibe.

XS
SM
MD
LG