Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Anket: Rêjeya Piştevanîya Biden ji ya Trump ser Asta Navnetewî Bilindtir E


Datayên nû ji anketeke Navend Pew ya Lêkolînê dîyar dike ku rêjeya piştevanîya Serokê Amerîkî Joe Biden ji ya serokê berê Donald Trump ser asta navnetewî bilindtir e.

Anketa Pew, ku di navbera 5ê Rêbendan û 21ê Adarê de hate kirin, pirs ji 40,566 kesan li 34 welatan kiriye. Pirsname dîyar kir ku 43% ji xelkê piştrast in ku wê Biden “karekî durist jibo cîhanê bike,” beramber 28% bo Trump. Ev anket li Amerîkayê nehat kirin.

Bawerîya xelkê li 24 welatan bêtir bi Biden hat, lê Trump li Macaristan û Tûnisê li pêş hat. Li 8 welatên mayî jî cudahîyeke mezin di navbera herduyan de nebû. Rêjeya herî bilind yê herdu siyasetvanan li Filipînê bû; Biden bi 77% û Trump jî bi 68%.

Lê rêjeya piştevanîyê ya Biden ji sala borî ve bi awayekî berçav kêm bûye. Li 14 ji 21 welatan bawerîyeke kêmtir hatîye dayîn bo Biden, beramber sala 2023’an.

Rexneyên herî neyênî li serokê Amerîkî derbarê şerê Îsraîl û Hamasê li Gazayê bûn. Li 34 welatan rêjeya neqebûlkirina wî derbarê serederîya wî hember şerê Gazayê 57% bû. Li gor raporta Pew, anket berî ku Biden pêşnîyara dawîkirina şer ragihîne hatibû kirin.

Daneyên raportê herwiha nîşan didin ku li hejmareke welatên ku anket lê hatine kirin, mêr ji jinan bêtir bawerîya xwe bi Trump derbirîn kirin. Lê raportê da zanîn ku, “Jin piranîya caran ji mêran kêmtir amade ne ku bersîva vê pirsê bidin.”

Di warekî din de, li piranîya welatên ku pirsname lê hatiye kirin, dora 4 ji 10 kesan bawer dikin ku li vê dema ku Amerîka carekê mînaka demokrasîyê ser asta navnetewî bû, ew niha wê wisa nabînin, raportê diyar kir.

XS
SM
MD
LG