Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden, Trump bi Karanîna Dadgeha Bilind Bo Nehiştina "Obama Care" Tawanbar Dike


Berbijarê Demokratan bo Serokatiya Amerîka Joe Biden roja Yekşemê Serok Trump tawanbar kir û got, wî lez kir, di destnîşan kirina dadgera nû da ku "Qanûna Çavdêriyê bi temamî nêhêle" ya ku bi (Obama Care) tê nas kirin, di dema belavbûna pandemiya COVID-19 da.

Biden li Wilmington, li eyaleta Delaware gote rojnamevanan, car din Trump û partiya Komarî zextê dikin da ku piştrast bibin, dadger Amy Coney Barrett bikin endama dagheha bilind berî hilbijartinên 3ê Mijdarê jiber ku ew "vê weke delîve dibînin jibo ku bernama çavdêriya saxlemiyê ya maqûl nehêlin û li ser rêbaza xwe ji derî derkevin."

Biden hişdarî da endamên civata Senatoran, da ku pejirandina endametiya dadgerek nû bo Dadgeha Bilind ya Amerîka bo piştî hilbijartinan bihê paş xistin.

Ji hejî bîr xistinê ye ku hefteya borî dadgera navdar Ruth Bader Ginsburg di jiyê 87 saliyê da jiyana xwe ji dest dabû û koça dawiyê kirbû, piştî mirina wê destnîşan kirina endamek nû bo desteya Dadgerên Dadgeha Bilind ya Amerîka di rojeva Washingtonê daye û bûye mijara kampeyna hilbijartinan.

Serokê Amerîka Donald Trump dadwera konservatîf ya Dadgeha Temyîzê Amy Coney Barrett Şemiyê weke berbijara Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîka, dîyar kir.

Bi rêya twîtekê serok Trump got "Îro jibo min rûmetek mezin bû ku ez yek ji mejiyên qanûnî ya herî birûmet û jêhatî ya gelê me weke berbijara Dadgeha Bilind destnîşan bikim. Ew jinek serkeftî ya bêhempa ye, rewşenbîrek jêhatî, xwedî pêbaweriyên geşedare, û dilsoziyek bêhempa bi Destûrê heye ew jî: Dadger Amy Coney Barrett ..".

Serok Trump dîsan li ser guhertina bernama bi navê "Obama Care" bernameya çavdêriya saxlemiyê axivî û di twîteke xwe da pesina bernama nû da û got ewê gelek ji bernama Obama Care baştir û erzan tir be.

XS
SM
MD
LG