Serokê Amerîka Joe Biden îro Pêncşemê got ku wî Wezîra Bazirganî ya berê Penny Pritzker jibo nûnertîya taybet ya başkirina aborîya Ukrayna erkdar kiriye.
Biden dîyar kir ku Pritzker wê jibo seferberîya veberhênanan bixebite û hewil bide bazara wî welatî pêşve bibe.
Wî got ku ewê Pritzer wan rêkên karsazîyê yên Ukrayna veke ku ew iber êrîşên hovane yên Rûsya hatine girtin.
Serok Biden dîyar kir ku Washington alîkarîya Ukrayna dike ku ew siberojeke çêtir çêke.
Biden got ku ew niha jî bi Kîevê re ne ku ew berevanîy azadîya xwe dike.
Pritzker ya 64 salî di dewra Serokê berê Barack Obama de, ji 2013 heta 2017 wek wezîra bazirganî kar kir.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken jî dîyar kir ku Pritzker jibo bala veberhênan ji derve bide ser Ukrayna dê bi karbidestên Kîevê re rastexwe bixebite.
Jêder: Reuters