Qesra Sipî îro Çarşemê got ku Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ser zêdekirina alîkarîyên jibo Kîevê axifîne û Biden paketeke nû 425 mîlyon dolarî ragihandiye.
Li gor ragihandina Qesra Sipî di paketekê de kanînên berevanîya esmên, maşîneyên zirxî û berûbarûdên girîng hene.
Zelenskyy ji Telegramê ser paketa nû spasîya Biden, her du partîyên Kongresê û Amerîkîyan kir.
Wî dîyar kir ku ew bi Biden re ser ‘’plana serketin’’a axifîye ku wî îro Çarşemê pêşkeşî parlamanê kiribû.
Bi berdewamî, Zelenskyy got ku ew ser perwerdekirina leşkerên Ukraynî jî axifîne û dîyar kir ku alîkarîyên Washingtonê yên jibo KÎevê zorê didin Rûsya ku dîplomasîyeke durist çêke.
Biden jibo Ukrayna Paketeke Nû ya 425 Mîlyon Dolarî Ragihand