Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja Cîhanî ya Dijî Êşkencedanê De Serok Biden Dibêje Êşkencedan li Dijî Nirxên Amerîka ye


Di roja cîhanî ya dijî êşkencedanê û piştgirîya qurbanîyên êşkencedanê de, sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres dibêje ”qet nabe rê bi kesên ku êşkencedanê dikin were dayîn ku tawanên xwe encam bidin, û ew sîstemên ku rê didin êşkencedanê divê werin hilweşandin ya jî guhertin.”

Koşka Spî îro Şemîyê daxuyanîyeke serok Joe Biden belav kir ku tê de dibêje Amerîka bi awayekî diyar û zelal êşkencedanê qedexe dike û li dijî hemî serederîyên ne mirovî radiweste.

Biden dibêje ku êşkencedan ne rîyeke bi bandor e ji bo wergirtina zanyarîyên bawerpêkirî.

Peyamnêrê Dengê Amerîka li Qamîşlo Zana Omer, di vê boneyê de li gel sê welatîyên ku rastî êşkencedanê bibûn axivî ku her yek li zindaneke Sûrîyê rastî êşkencedanê bibû.

Ew di axaftinên xwe de behsa awayê êşkencedanê dikin ku bi rîya amûrekê ye jê re dibjin Blango.

Blango çawa ye?

Herdu destên yê girtî ji paş ve bi werîsekî ve têne girêdan û ew werîs li bekereyekê tê gerandin. Werîs tê kişandin û yê girtî pê re tê hildan da ku li ser serê tilîkan ji pê bimîne. Pihîn lê dikevin da ku bê hedan here û were.

Bekereya Blango yek ji amûrên ku di gurandina ajelan de tê bikaranîn.

Ev fîlma jêrîn cîroka sê mexdûran ne. Yek li zinadna Sêdnaya ya rêjîma Sûriyê sala 1995an, yê din li ser destê Daişê li zindana Minbicê sala 2014an, û yê sêyem li ser destê çekdarên bi ser Turkiyê ve li Efrînê sala 2020an. Hersê kes bi rêya "Blango" dihatin êşkencekirin.

Sê Girtîyên Berê Di Zindanên Sûrîyê de Behsa Awayê Êşkencekirinan Dikin
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:44 0:00

XS
SM
MD
LG