Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Bi Berpisên Payebilind Yên Ukraynî Re Li Polenda Kom Dibe 


Serokê Amerîka Joe Biden roja Şemîyê li Warsaw bi berpisên payebilind ên hikûmeta Ukraynayê re axifî, di dema seredana xwe bo Polendayê de, ji bo ku piştgirîya xwe bo hevalbendê alîyê rojhilatê NATO re nîşan bide li hember êrîşa Rûsî bo ser Ukraynayê.

Biden beşdarî civîna di navbera Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba û Wezîrê Parastinê Oleksii Reznikov û Wezîrê Derve Anthony Blinken û Wezîrê Parastinê Lloyd Austin de bû.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price got "Amerîka pabendbûna xwe bi serwerî û yekparçeyiya axa Ukraynayê nîşan dide."

Herwisa Kuleba ji rojnamevanan re diyar kir ku Amerîka sozên ewlehiyê yên zêde bo pêşxistina parastineka hevbeş dayîne Ukraynayê.

ûKuleba ji televizyona Ukraynayî re got: "Serok Biden got tiştê ku li Ukraynayê rû dide dê dîroka sedsala 21an biguherîne, û em bi hev re dê kar bikin da ku em piştrast bikin ev guhertin di berjewendiya me de ye, di berjewendiya Ukraynayê de ye, di berjewendiya cîhana demokratîk de ye."

Koşka Spî got ku Biden dê berdewam be li ser hewildanên yekgirtî yên cîhana azad ji bo piştgirîkirina gelê Ukraynayê, û berpirsiyaretîkirina Rûsya ji şerê wê yê hovane, û parastina pêşerojeke ku bingeha wê di prensîbên demokratîk be."

Biden ev sê roj in bi hevalbendên G7, Ewropa û NATO re hevdîtinan pêk tîne, û roja Îniyê wî seredana leşkerên Amerîkî li Polendayê kir.

Ew roja Şemiyê bi serokê Polendayê Andrzej Duda re hevdîtin kir û serdana penaberên Ukraynî li warsoyê kir.

Êrîşa 24'ê Sibatê ya Serok Vladimir Putin bo li ser Ukraynayê, ku Rûsya "operasyoneke taybet" bi nav dike, şîyanên NATO û Rojava ji bo yekgirtin li hemberî şerekî li ser sînorên welatên NATO'yê ceriband.

XS
SM
MD
LG