Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden jibo Reklama Ajendeya Xercîyê Serdana Cihê Jidayikbûna Xwe Dike


Serokê Amerîkî Joe Biden îro Çarşemê berê xwe dide bajarê Scranton, cihê ku lê ji dayik bûye, da ku reklamê jibo herdu bernivîsên xwe yên binesazî û xercîya civakî bike.

Herdu plan li Kongresê hatine rawestandin jiber cudahîyên di nav qanûndanerên partîya Biden bixwe, Partîya Demokratîk.

Li Scranton li wîleyata Pennsylvaniayê, dê Biden gotarekê li Mûzexaneya Trimbêlên Kolanan yên Elektrîk pêşkêş bike.

Berdevka Koşka Spî Jen Psakî do Sêşemê got ku serok dê behsa jiyana xwe ya li wî bajarê heta temenê 10 salî bike û çawa dê plana wî sûdê bigihîne xelkên çîna karkeran li bajarên wekî Scranton.

Biden gelek caran gotîye ku ev herdu planên wî dê Amerîka li ser asta cîhanê pêşve bixîne. Koşka Spî got ku ewê balê bide ser wê yekê ku çawa xalên di nav planan de dê rê bide Amerîka ku hevrikîyê bi Çînê re bike.

XS
SM
MD
LG