Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden ji Serokê Çînê re Dibêje ku Maytêkirina Hilbijartinên Amerîka Neke


Biden û Çîn li dema civîna wan ya Mijdara 2023'an li California.
Biden û Çîn li dema civîna wan ya Mijdara 2023'an li California.

Serokê Amerîkî Joe Biden roja Sêşemê peywendîyeke telefonê ligel hevtayê xwe yê Çînî Xi Jinping kir, tê de dîsa hişyarî da Çînê ku maytêkirinê di hilbijartinên serokatîya Amerîkayê de neke.

Koşka Sipî ragihand ku ev peywendî beşek e ji hewildanên Amerîkayê jibo parastina “hêlên peywendîyê yên vekirî” di navbera herdu welatan de.

Karbidestekî payebilind yê Rêvebirîya Biden roja Duşemê ji rojnamevanan re gotibû ku Amerîka çend caran xembarîya berdewam hember maytêkirina Çînê di hilbijartinên serokatîyê yên meha Mijdarê derbirîn kiriye.

Biden cara dawî ev pirsgirêk ligel Xi Mijdara borî li dema kombûna hedu rêberan gotûbêj kiribû. Beijin gelek caran gotiye ku ew di karûbarên navxweyî yên Amerîkayê de destêwerdanê nake.

“Ez bawer nakim ku em bi rastî bi gotina Çînê dikin dema ku dibêje ewê tiştekî bikin yan nakin. Mesele girêdayî piştrastkirinê ye,” karbidestê Rêvebirîya Biden dîyar kir.

Nirxandineke dezgehên zanyarîya Amerîkî di raporteke xwe de, ku Sibatê belav bû, hişyarî da ku Çîn pileya herî bilind ya ezmûnê jibo çalakîyên bandorkirinê heye, di nav de jî bikaranîna hişberîya çêkirî (AI). Raportê herwiha hişyarî da ku Beijing hewildanên berfireh dike da ku bi awayekî çalak cudahîyên civakî li Amerîkayê ser înternetê bikar bîne da ku ajendeyên xwe bimeşîne.

Li gor daxuyanîyeke Koşka Sipî, Biden û Xi herwiha behsê wê yekê kir ka çi pêşketin di mijarên ku cara dawî li Mijdarê gotûbêj kiribûn, çêbûne. Di wê kombûnê de herdu serokan behsa mijarên girîng kiribûn, wekî hevkarîya ser şerê dijî madeyên hişbir, rawestandina qaçaxtîya madeyên hişbir, rîskên girêdayî (AI) û hewildanên girêdayî guhertina keşûhewayê.

XS
SM
MD
LG