Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Piştî Hevdîtinê jî Dibêje Xi Dîktator E


Serokê Amerîka Joe Biden piştî civîna bi hevtayê xwe yê Çînî Xi Jinping re dîyar kir ku li gor wî Xi hîn jî bi kiryarên xwe dîktator e.

Biden piştî civîna bi Xi re, ku li San Francisco bi nêzî 4 saet kişand, bi tenê preskonferansek li dar xist.

Di preskonferansê de ji Biden hat pirsîn ku ka li gor wî Xi hîn jî dîktator e yan ne ku serokê Amerîkî meha Hezîranê ser Xi wisa gotibû.

Li ser vê pirsê Biden got ku Xi rêvebirîya hikûmeta Çînê ji ya wan cuda ye û ew di rêvebirina welatekî komunîst de dîktator e.

Wezareta Derve ya Çînê ser gotinên Biden bê ku navê wî bide dîyar kir ku ew bi tundî dijî şîroveyên wisa ne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Mao Ning dîyar kir ku bi gotinên şaş manîpulasyoneke sîyasî çêbûye.

Ning dîyar kir ku ewê dixwazin zararê bidin peywendîyên Amerîka û Çînê bi ser nekevin.

Parlamana Çînê, Adara borî bi qasî 3000 endamên xwe di hilbijartinê de, ku xêncî Xî berbijar tunebû, bi yekdengî Xi hilbijartin û wî seroktîya xwe ya gera sêyan xurt kir.

Xi bi polîtîkayên xwe, pêşvebirina artêşê û zextên li ser medya li dû Mao Zedong rêberê herî xurt tê hesibandin.

Biden meha Hezîranê jî jibo Xi referansa dîktatorbûnê dabû û Çînê ser vê şîroveyê gotibû ku provokasyon e.

Vê nîqaşê rê li ber danûstandinên ser hevdîtin negirt û her du rêber do Çarşemê kom bûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG