Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Joe Biden: Divê Îran Derfeta Dîplomasîyê ji Dest Bernede


Cîgire Serokê Amerîka Joe Biden Îran hişyar kir ku waxt hindik dimîne, jibo çareserkirina kêşeya ser programa wê ya navokî.

Şîroveyên Biden îro Înîyê di rojnameya Sueddeutsche Zeitung ya Almanî hatin weşandin, li vê demê ku ew jibo konferanseke ewlehîyê giheşte wî welatî.

Cîgire Serokê Amerîka got, hîn jî dem û delîveya çareserîyeke dîplomatîk heye. Lê, wî bal kişand ku ev derfetên heyî heta dawîyê berdest nabin.

Birêz Biden herwiha got, divê Îran ji tole û cezayên nû re amade be û li benda pirtir giwaştinên navnetewî be.

Îran îdîa dike ku bernameya wê ya navokî jibo mebestên aştîyanê ye, lê Amerîka û hevalbednên wê yên Rojavayî bawer dikin ku Tehran hewil dide ku çekên navokî ava bike.
XS
SM
MD
LG