Serokê Amerîka Joe Biden îro Yekşemê konferansek rojnamevanî ya ser encamdana heft serokên Hilcivîna G7'an ya li Brîtanya di derbarê demokrasîyê de jî axifî.
"Em di pêşbazîyeke de ne, ne rasterast bi Çînê re; bi otokratan, hukûmetên otokrat yên li çar alîyê cîhanê re, gelo demokrasî dikarin di sedsala 21'an de ku bi lez diguhere,bi wan re pêşbazîyê bikin, " Biden got.
Biden bi taybetî li ser Çînê, wiha got "Ez bawer dikim ku hûnê bi Çînê re tenê peywendîya eşkere ya rasterast bibînin."
"Wekî ku min bi xwe re ji Xi Jinping re got, ez li pevçûnê nagerim. Em di majarên ku bikaribin hevkarîyê bikin, emê hevkarîyê bikin; di cihên ku em ne di heman raman ê de bin, ezê vê yekê bi eşkereyî bêjim, û emê bersîva kiryarên nakok bidin, " Biden got.