Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Di Civîna Hevpar ya Kongresa Amerîka de Diaxive


Serokê Amerîka Joe Bide
Serokê Amerîka Joe Bide

Serokê Amerîka Joe Biden dê îro Çarşemê di civîneke hevpar ya Civata Nûneran û Civata Senatoran ya Kongresa Amerîkî de ji destpêka seroktîya xwe vir ve cara yekê axaftinekê pêşkeş bike.

Tê çaverê kirin ku ewê Biden di axaftina xwe ya vê êvarê seat 9:00pm an de, 100 rojên pêşî yên seroktîya xwe binirxîne.

Li Washington DC ya paytexta Amerîka berîya axaftina Biden îro pîvanên ewlehîyê bi rengekî berbiçav têne xurttir kirin.

Di bernameyê de, ku wek "Bûyera Ewlehîya Taybet ya Neteweyî" tê nirxandin, dê tedbîrên ewlehîyê ji hêla sazîya veşartî ya Amerîkî ve werin girtin û ewê ji her demê zêdetir xurttir be.

Hevdem, Civîna li Kongresê dê jiber pêyvajoya pandemîya vîrusa korona ji rûniştinên berê yên edetî cuda be.

Bi sedema karanîna tedbîr û pîvanên pandemîya COVID-19 yên wek parastina dûrahîya civakî ewê hejmara beşdarvanan hatiye kêm kirin.

Li gor vê, bi sedan endamên Kongresê, dadwerên Dadgeha Qanûna Bingehîn, karmendên payebilind yên hikûmetê û tenê beşek piçûk ji mêvanan dê bi awayekî fîzîkî beşdarî rûniştinê bibin.

Tê pêşbînî kirin ku Biden dê di axaftina xwe de behsa gelek mijarên sereke yên girîn bike, yên weke; ji hilweşîna pandemîya COVID- 19, êrîşa dijî Kongresa Amerîka ya 6'ê Rêbendanê û sîyaseta karên derve û heya gelek mijarên girîng yên navxweyî.

Herwiha, tê çaverê kirin ku wê Biden li ser serkeftinên revebirîya xwe yên mîna qanûna alîkarîya bo COVID-19 û bernameya vaksînlêdanê jî bîne ziman.

Peyvdara Qesra Sipî Jen Psaki berîya axaftinê ragihand ku Biden dê tevî peywendîyên bi Çînê re di derbarê gelek mijarên pêşîn yên sîyaseta derve bipeyve.

Psaki got ku xala herî girîng ya sîyaseta sereke ku Biden dê eşkere bike bernameyeke navxweyî, ya ku weberhênana perwerde û lênihêrîna bo zarokan ye.

Ev pêsnivîsa qanûna Biden, bo pêşdibistinên cihanî, zanîngeha civakî du salî ya belaş, lênêrîna zarokan ya bo malbatên hewcedar, 250 $ dravê mehane yên bo dêûbavan û berfirehkirina xwarinên belaş û kêm yên li dibistinan, di nava 10 salan de xerckirina 1.8 trîlyon $ pêşnîyar dike.

Psaki dîyar kir ku Biden dê ser hewlên rêvebirîyê yên dijî pandemîya vîrusa korona, bêkariyê û her wiha koçberî, reforma polîs û ewlehîya çekan jî biaxive.

Li ser navê Komarîyan ewê Senatorê eyaleta Carolina Başûr Tim Scott roja Çarşemê bersîva axaftina Biden bide.

XS
SM
MD
LG