Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden ji Berbijarîya 2020'an re Derî Vekirî Dihêle


Cîgirê Serokê Amerîka yê berê Joe Biden îro Duşemê derîyekî vekirî ji berbijarya hilbijartinên seroktî ya 2020’an re hêla ku bibe hevrikê Serok Donald Trumpê Komarî.

Biden da zanîn ku ew vê gave bala xwe dide serkeftina Demokratan ya di hilbijartinên 2018’an de.

Biden ku di 20’ê Mijdarê de dibe 75 salî , sala borî bi sedema mirina kurê xwe, berbjarîya Demokratan red kiribû.

Wî îro got ku ew derî ji berbijarî re nagire û rewşa saxlemîya wî baş e, lê hîn zû ye ku ew bi zelalî biryara xwe eşkere bike.

”Rastî bêjim, aniha min biryara xwe nedaye. Niha dixwazim ser pirtûka bîranînê ya ser kurê xwe bixebitim û hewil bidim ku Demokrat di hilbijartina 2018’an de serketî bin.”

Biden di bin Serok Barack Obama yê Demokrat de du car cîgirî kiribû, lê di hilbijartina dawî de xwe nekiribû kandîd.

XS
SM
MD
LG