Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Ewê 800 Mîlyon Dolarên Din Bidin Ukrayna


UKRAINE-CRISIS/USA-BIDEN

Serokê Amerîka Joe Biden îro Çarşemê ragihand ku ewê 800 mîlyon alîkarîya din ya leşkerî bişînin Ukrayna.

Biden, ew agahî piştî gotara Serokê Ukraynî, Volodymyr Zelenskyya ji Kongresa Amerîkî re kir û got ku axaftina wî pêbawer bû.

“Bi vê alîkarîya nû, em alîkarîya ji Ukrayna re hîn pirtir dikin ku niha giheştiye 1 mîlyar dolarî ku dijî êrîşa Rûsya piştgirîya wan bikin.”

Biden got ku Amerîka bi berdewamî pêşengîya bizavên piştgirîdana Ukrayna dike û bi hevbendên xwe re alîkarîya ewlekarî û sîyasî bike.

"Ew şer derheqa dîyarkirina çarenivîs û siberoja gelê Ukraynî ye û emê misoger bikin ku ewê ti car jibo Putin nebe serketinekê”

XS
SM
MD
LG