Karbidestekî Qesra Sipî ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden ewê îro Duşemê di derbarê hewldan û pîvanên nû dîyar bike da ku hêsantir bike karsaz bikaribin karkeran nû bidin xebatandin û alîkarîya bêtir kesan bibin ku xwedî kar bibin.
Ev gava Biden, piştî ku roja Înêyê raporek di derbarê rewşa kar de hate weşandin û ji hêla Komarîyan bi rengekî tund hate rexnekirin, tê avêtin.
Karbidest da zanîn ku ewê piranîya daxuyanîyên Biden ser domandina pêkanîna Plana Rizgarkirina Amerîkî, qanûna alîkarîya aborî ya bi $ 1.9 trîlyon ku wî di Adarê de, îmza kiribû de be.