Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Paketa Alîkarîyê ya 1,9 Trîlyon Dolarî Eşkere Kir


Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden paketa alîkarîyê ya 1,9 trîlyon dolarî, ku armanc dike ku aborîya welêt jinûve geş bike, eşkere kir.

Di paketa alîkarîyê de, bo têkoşîna dijî vîrusa korona û belavkirina vaksînan 415 mîlyar dolar, bo alîkarîya rastexwe 1 trîlyon dolar, bo firoşgehên biçûk û komên ji şewbê zarar dîtine 440 mîlyar dolar hatine veqetandin.

Li gor paketê, alîkarîya rastexwe ya bo şexsan dê 1400 dolar be û sîgortaya bêkarîyê ya heftane jî dê ji 300 dolar rabe 400 dolarî.

Biden dîyar kir ku vaksînên vîrusa korona hêvî geş kirine, lê Amerîka di belavkirina wan de bi ser neketiye û da zanîn ku ewê plana ser vaksînan roja Înê eşkere bike.

‘’Ne zor e ku meriv bibîne ku em bi krîzeke aborî û saxlemî ya ji çend nifşan carê bi tenê carekê tê dîtin re rûbirû mane. Tê dîtin ku însan êşen mezin dikişînin û ti dema me ya em wenda bikin tune. Divê em niha dest bi xebatê bikin.’’ Biden got.

Wî da zanîn ku ewê bi vê planê rewişa vîrusa korona ya li welêt biguherînin, aborîyê geş bikin û bêdadmenîya nijadî jî kêm bikin.

Serokê hilbijartî ewê bi paketa alîkarîyê rê li ber zararê mezin yên aborî bigirin.

Bi planê, çaverê ye ku Biden ji Kongresê bixwaze ku 170 mîlyar dolar jî bo perwerdeya li dibistanên pêşî, yên navîn yên li lîse û zanîngehan veqetîne.

Biden armanc dike ku di 100 rojên pêşî yên seroktîyê de dibistanên pêşî û yên navîn jinûve veke ku bo dibistan bi awayekî ewle vebin di planê de 130 mîlyar dolar hatiye veqetandin.

Dîsa li gor planê, walîyên eyaletan dê 55 mîlyar dolar bistînin û ew dê wî pereyî bo piştgirîya zarokên dibistanan yên vîrusa korona bandor li wan kirine, belav bikin.

XS
SM
MD
LG