Serok Joe Biden di salvegera 245’an ya serxwebûna Amerîka de bang li welatîyan kir ku bo têkbirina pandemîya vîrusa korona berpirsîyên xwe bi cîh bînin.
Biden li Qesira Sipî bi 1000 kesî re, ku hin ji wan malbatên leşkeran û karmendên di cîhên de girîng de kar dikin bûn, salvegera serxwebûnê pîroz kir.
Wî axaftina xwe de dîyar kir ku jiber ku ew îsal di 4’ê Tîrmehê de ji tarîtî, êş û tirsa vîrusa korona çêkiriye derdikevin, pîrozbahîyên wan pîrozbahîyên taybet in.
Serok Joe Biden da zanîn ku ew êdî ti car naxwazin ku li cîhê ew sala borî lê bûn, bin.
Ew pîrozbahîyên 4’ê Tîrmehê, ji destpêka seroktîya Joe Biden vir ve bi burger û fîşengên esmanî çalakîya herî mezin bû.
Pandemîya vîrusa korona li Amerîka pirtir ji 600,000 kes kuştine û ew pîrozbahî bo Amerîkîyan wek vegera li rojên normal xuya kir.
Rêvebirîya Serok Joe Biden plan kiribû ku heta 4’ê Tîrmehê 70 ji sedê gehiştîyên Amerîkî bi kêmî ve dozeke vaksîna vîrusa korona li xwe xin, lê ew rêje di 67 ji sedê de ma.
Jiber belavbûna cureya vîrusa korona ya bi navê Delta, ku cureye tundtir e, karbidestên saxlemîyê fikarên xwe radigihînin.
Biden di axaftina xwe de kesên bi vîrusa korona canên xwe ji dest dane bi bîr anîn, pesna Amerîkîyên di rewişa awarte de xebitîne da û dîyar kir ku karanîna vaksîna dijî vîrusê berevanîya herî rind e.
Serok Biden dîyar kir ku karanîna vaksînê nîşana welatperwerîyê ye.
Jiber pandemîya vîrusa korona par hema bêje çalakî û pîrozbahî hatibûn betal kirin û Serok Joe Biden di meha Rêbendanê de bi merasîmeke sivik hatibû ser kar.
Tedbîrên li Washingtonê yên jiber êrîşên 6’ê Rêbendanê yên dijî Kongresê bo pîrozbahîyên 4’ê Tîrmehê hatin sist kirin û Amerîkîyan, wêneyên Serok Joe Biden yê ji Delawere vedigerî Qesira Sipî girtin.
Biden, li baxçeya başûr ya Qesira Sipî bi welatîyên maskeyên xwe danîbûn re axifî û dîyar kir ku vîrusa korona êdî wan pûç nake û da zanîn ku kontrol êdî di destê wan de ye.
Piştî axaftina li Qesira Sipî, Biden silav li mîvanan da û berî fîşengên esmanî biteqin wêne kişandin dan.