Serokê Amerêka Joe Biden û sîyasetvanên din yên Amerîka jiber mirina Qiralîçe Elizabeth bi peyamên ser saxîyê xemgînîyên xwe dîyar dikin.
Serok Biden û Xanima Yekê Jill Biden do Pêncşemê bi peyameke nivîskî de anîn ziman ku Qiralîçe Elizabeth II ji monarşîyeke zêdetir bû û herwiha wê serdemeke pênase kir.
"Di cîhaneke bi guherîna herdemî de ew bo nifşên Brîtanî hebûneke domdar û çavkanîya aramî û serbilindîyê bû."
Joe û Jill Biden dîyar kir ku 70 salên serwerîya Qiralîçe Elizabeth ya dîrokî ji serdemeke pêşketina mirovî ya bêhempa û meşa pêşketî ya rûmeta mirovî re şahidî kir.
"Qiralîçe Elizabeth II rêvebireke bi rûmet û aramîya bêhempa bû, ku hevalbendiya bingehîn ya di navbera Brîtanya û Amerîka de xûrt kir. Wê alîkarîya taybetmendîya têkilîya me kir. "
Serok Biden û hevjîna wî Jill êvara Pêncşemê serdana balyozxaneya Brîtanya ya li Washingtonê kirin û wan li wir pirtûka sersaxîyê îmza kirin.
Biden li balyozxaneya Brîtanya ji dîplomatên wî welatî re sersaxîya xwe û Amerîka anî ziman.
"Em jibo we hemûyan şînê digrin. Ew xanimeke pir hêja ya mezin bû. Ez pir kêfxweş im ku min wê nas kir."
Serokê berê Barack Obama û hevjîna wî Michelle Obama jî bi peyameke Qiralîçe Elizabeth bi bîr anî.
"Wekî gelek kesan, ez û Michelle spasdar in ku em bûne şahidê rêbertîya fedakar ya Qiralîçeyê û em bo mîrateya wê ya ser xizmetên giştî ya bêwestan û birûmet re heyran in."
Serokê berê Donald Trump û hevjîna wî Melania Trump jî peyameke belav kir.
"Ew xanimeke pir hêja ya mezin û bedew bû - kesek wek wê tune bû!"
Qiralîçe Elizabeth di dema serwerîya xwe ya 70 salan de bi 14 serokên Amerîka re xebitî ku yê yekê Serok Harry S. Truman bû.
Wê gelek caran serdana Amerîka kir, di nav de serdaneke di 1976’an de bo pîrozkirina damezrandina 200 salan ya Amerîka û di serdana 1991’an de wê di rûniştineke hevpar ya Kongresê de axifî.
Qiralîçe Elizabeth di serdana xwe ya di 2007’an de jî serdana Virginia kir ku salvegera 400 ya avabûna bajarê Jamestown pîroz bike. Jamestown hereme yekê ya domdar bû ku li Amerîka ji hêla kesên ku bi eslê xwe Brîtanî bûn hatibû ava kirin.
Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka wê roja Sêşema hefteya pêş bo rêzgirtina Qiralîçe Elizabeth wê biryareke sersaxîyê wergire.
Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi jî ferman da ku ala li ser avahîya Kongresê heta nîvê were daxistin, bo dîyarkirina şîna Qralîçe Elizabeth ya ser nave tevahîya Amerîkîyan.