Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Ser Roja Azadîya Ragihandinê ya Cîhanê Peyamek Weşand


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden îro Duşemê, Roja Azadîya Ragihandinê ya Cîhanê bi daxuyanîyeke pîroz kir.

Biden di daxuyanîya xwe de di derbarê girîngîya medyayek azad û serbixwe peyamên xwe ragihand.

Peyama Biden wiha ye:

"Sî sal berê îro, rojnamevanên Afrîqî dijî guvaştin û şîdeta domdar hatin ba hev da ku Daxuyanîya Windhoek dîyar bikin, ku îda kir ku, ' damezirandin, parastin û xurtkirina medyayeke serbixwe, piralî û azad jibo pêşketin û domandina demokrasîya neteweyekî, û bo pêşketina aborî bingeha herî girîng e. '

Wekî wan deman niha jî, em cesareta vebêjên rastîyê pîroz dikin ku tehdîtkirinê red dikin, ku pir caran di bin xeterêyîya mezin ya kesane de ne, û em, rola rojnamevanî û medyaya serbixwe ya bêdem û û bingehîn ya bo civakên li her cîhê, carek din erê dikin.

Rojnamevan rastîyê derdixin holêj, binpekirina desthilatdarîyê kontrol dikin, û ji kesên desthilatdar şefafîyê daxwaz dikin.

Ew jibo pekhatina demokrasîyê pêdivîya bingehin.

Di pêyvajoya pandemîya COVID-19 de, rojnamevan û xebatkarên medyayê li enîyên pêş in da ku raya giştî agahdar bikin, ku di berdêla kirina saxlemîya xwe di bin xeterîyeke girîng ya sereke.

Û, di demeke de ku rastî her diçe pirtir tê êrîş kirin, pêwîstîya me ya bo ragihandina rast, bingeha serrast, axaftina giştî ya vekirî, û bi hesabdayînê qet ewqas mezintir nebûbû.

Berpirsîya me hemîyan e ku em hemberî van tehdîdên dijî medyayeke azad û serbixwe, tevî xeterîya fîzîkî û desteserkirina bêsedem, derkevin.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) derxist holê ku di 2020'an de, hejmarek rekor ya rojnamevanan di asta cîhanê de, hatine zindan kirin.

Zêdebûna destdirejî û êrîşên onlaynî yên dijî rojnamevanan, bi taybetî jî yên dijî rojnamîevanên jin û ji çermên rengîn, berdewam dike.

Desthilatdar hewil didin ku medyaya azad têk bibin, rastîyê bi dest bixin, gorî xwe biguherînin, yan ragihandina çewt belav bikin, tevî ku pîşesaziya nûçeyan ku piçûktir dibe, li seranserê cîhanê her ku diçe zêdetir yên qadên "çolên nûçeyan", yên bê medya herêmî diafirîne.

Van êrîşana jibo demokrasîyên li her heremê, bilî tehdidê ne tiştekî din e.

Îro, di Roja Azadîya Ragihandinê ya Cîhanê de, em cesareta xurt ya rojnamevanan ya li her derê pîroz dikin.

Em rola serekî ya medyaya azad, di avakirina civakên dewlemend, aram û azad de dilîze qabûl û nas dikin."

XS
SM
MD
LG