Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Bennett Dê Ser Îranê Danûstandinê Bikin


Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett dê di hefteya pêş de ser danûstandinên navokî yên bi Îranê re biaxifin.

Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki da zanîn ku Serok Biden û Bennett dê di 26’ê Tebaxê de cara pêşî li qesirê bicivin û dîyar kir ku ew dê di serî de Îran ser hin mijarên krîtîk yên cîhanî û herêmî bipeyivin.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump peymana navokî ya bi Îranê re sê salên berê pûç kiribû.

Di meha Nîsanê de bo jinûve geşkirina peymana navokî hin danûstandin çêbûbûn, lê ew piştre rawestîyabûn.

Bennett, ku di meha Hezîranê de dest bi seroktîyê kiriye, dibêje Îran bi çekên navokî gefan çêdike û dijî geşkrina paymana navokî ye.

Wî da zanîn ku ew dixwaze bi Biden re bi baldarîya ser hevkarîya Îsraîl û Amerîka, derbarê kiryarên neyênî yên Îranê, binpêkirinên mafên mirovan û terorîzmê biaxie.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê di ser raporeke Neteweyên Yekbûyî (NY) re dîyar kiribû ku Îran di bernameya navokî de pêşde çûye, lê Tehran wan îdiayan red dike.

XS
SM
MD
LG