Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Îşev bi Berbijarîya Demokratan ya bo Hilbijarjina Seroktîya Amerîka Dipejirîne


Joe Biden
Joe Biden

Cîgirê Serokê berê yê Amerîka Joe Biden berbijarîya Partîya Demokrat ya jibo seroktîya Amerîka vê êvarê bi awayê fermî bi axaftinekê qebûl dike.

Tê pêşbînî kirin ku Biden di axaftina xwe de ku hewil bide ku di hilbijartina 3'ê Mijdarê de hember Serok Donald Trump bi ser bikeve, nerîn û sozên bo welat pêşkeş bike

Axaftina Biden di şeva çaran û dawîn ya Kongreya Neteweyî ya Partîya Demokrat de, piştî nêzî 50 salan yên di jîyana wî ya sîyasî de û piştî du hewildanên têkçûyî jibo Qesra Sipî di yên 1988’an û 2008’an de pêk tê.

Axaftin dê bibe qonaxa herî dawî ya kongreya destnîşankirina berbijarîyê ku bi sedema pandemîya vîrusa korona li ser înternetê tê darxistin.

Bidenê 77 salî, ku senatorê berê û cîgirê berê yê dema rêvebirîya Obama ye, dê axaftina xwe li bajarê xwe Wilmington ya istana Delaware pêşkeş bike.

Navenda ku Biden ewê axaftinê bike dê bi piranî vala be, lê dîsa jî ev axaftina Biden dê li pêşiya temaşevana wî ya herî şenîbar be, jiber ku heya niha bi sedema tedbîrên dijî pandemîya korona wî di meha Adarê de, bi mecbûrî kempeyna xwe ya hilbijartinê rawestandibû.

XS
SM
MD
LG