Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Ew Ser Plana Binesazîyê Geşbîn E


Serok Joe Biden bo plana binesazîyê ya 2 trîlyon dolarî danûstandinên didomîne.

Biden piştî li Qesira Sipî bi 6 senatorên Komarî re civîya da zanîn ku ew ser lihevkirina bo plana binesazîyê geşbîn e.

6 Senatorên Komarî, Shelley Moore Capito, John Barrasso, Roy Blunt, Mike Crapo, Pat Toomey û Roger Wicker bo pêşkeşkirina plana binesazîyê ya 568 mîlyar dolarî bi Biden yê Demokrat re kom bûn.

Serok Biden piştî civînê ji rojnamevan re dîyar kir ku wan ‘’hevdîtineke pir û pir rind’’ çêkiriye.

Biden da zanîn ku ew ser lihevkirinê geşbîn e û got ku ger lihevkirin çênebe jî hewildaneke ‘’nîyet rind’’ destpê kiriye.

Senatora Komarî Shelley Moore Capito piştî civînê ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew bi Serok Biden re ser hûrgilîyan axifîne û wî ji wan xwestiye ku ew jinûve ser plana xwe bifikirin.

Capito da zanîn ku bi pêşnîyaza Biden re wêrekî hatiye wan.

Serok Biden got ku ew kom dê di hefteya pêş de jî bicive û dîyar kir ku ew dixwaze bi du partîyan re bixebite.

Biden di serê salê de bo bernivîsa pandemîya vîrusa korona ya 1,9 trîlyon dolarî jî bi Komarîyan re civîyabû, lê wan li hev nekiribûn.

Ew bernivîs, bi piranîya Demokratan ya li her du civatên Amerîkî hatibû pejirandin.

XS
SM
MD
LG