Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden, Senatorê Berê Jeff Blake bo Balyozîya Tirkîyê Kiriye Berbijar


Serokê Amerîka Joe Biden, Senatorê Komarî yê berê Jeff Blake bo balyozîya Tirkîyê kir berbijar.

Flake bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir Amerîka û Tirkîyê hevalbendên NATO'yê ne û da zanîn ku ew jiber bawerîya Serok Biden ya bo wî serbilind bûye.

‘’Ew bo her du welatên me jî di demeke girîng de karekî girîng e.’’ Flake got.

Flake ji sala 2013’yan heta 2019’an senatorê Arîzona bû û wî Serokê berê Donald Trump rexne jî dikir.

Peywendîyên Amerîka û Tirkîyê, di salên dawî de jiber danûstandina Enqere û Moskowê ya bo çekan, sîyaseta cihê ya li Sûrîyê û ya li rojhilata Behra Sipî sar bûne.

Serok Biden li gor Trump bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re peywendîyeke hîn sar çêkiriye.

Biden, bûyerên dijî Ermenîyan yên sala 1915’an wek jenosîd qebûl kir û rexneyên dijî Tirkîyê yên ser binpêkirina mafên mirovan zêdetir kir.

Lê, Biden û Erdogan meha borî li Brukselê kom bûbûn û her du rêber ser peywendîyên siberojê erênî axifîbûn.

Piştî Amerîka dest bi vekişîna ji Afganistanê kir, Tirkîyê da zanîn ku hêzên wê dikarin berevanîya Firîngeha Kabulê bikin.

Danûstandinên Amerîka û Tirkîyê yên ser berevanîya Firîngeha Kabulê didomin.

XS
SM
MD
LG