Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Serokwezîrê Nû yê Brîtanya Sunak Pîroz Kir


Rishi Sunak in London
Rishi Sunak in London

Serokê Amerîka Joe Biden, Serokwezîrê nû yê Brîtanya Rishi Sunak pîroz kir.

Biden ji Twitterê da zanîn ku ew li bendê ye ku bi Sunak re bixebite.

Wî dîyar kir ku ewê bi Sunak re hevkarîya bo Ukrayna jî di nav de, ser mijarên krîtîk yên cîhanê danûstandinê bikin û hevkarîyê pêşde bibin.

Qeisra Sipî piştî pîrozkirinê ragihand ku Biden û Sunak bi rêka telefonê axifîne.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî her du serokan ji hevdu re hevkarîya taybet ya Amerîka û Brîtanya piştrast kirine.

Çaverê ye Biden û Sunak di rojên pêş de li Hilcivîna G20 civînekê çêkin.

XS
SM
MD
LG