Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden Îro Ser Biryarên Nû yên Dijî COVID Axaftinekê Dike


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Tê çaverê kirin ku Serokê Amerîka Joe Biden îro Sêşemê di derbarê karanîna maskan de rêziknameya nû ya Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) dîyar bike.

Biden, berî axaftina xwe ya yekê li Kongresa Amerîkî, ku Çarşemê ye, wê îro ser rewşa pandemîyê ragihandinên nû destnîşan bike.

Çaverê ye ku Biden pêşnîyarên nû yên CDC ji bîragiştî re ragihîne ku gelo karanîna masken li derve bo mirovên vaksînkirî pêdivî ye.

Dr. Anthony Fauci, şêwirmendê derbarê vîrusa korona yê Biden bi rengekî xurtî pêşnîyar kiribû ku divê pêşnîyar û şîretên CDC wê di nava vê hefteyê de were nû kirin.

Hevdem, tê payîn kirin ku rêvebirî ya Biden, îro jibo mirovên bi tevahî hatine vaksîn kirin ewê çend pêşniyarên din yên nû dîyar bike.

XS
SM
MD
LG