Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden, Dîplomatê Dêrîn William Burns Wek Berpirsê CIA Berbijar Dike


William Burns
William Burns

Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden îro Duşemê dîyar kir ku wî dîplomatê berê yê payebilind William Burns wek berpirsê Ajansa Îstixbarata ya Navendî (CIA) destnîşan kirîye.

"Gelê Amerîkî dê di dema wî ya wek berpirsê CIA yê paşîn de re xweş razê,"Biden got.

Burns Balyozê berê yê Rûsya û Urdunê bû , û herwiha ew bo reveberîya Joe Biden ku dê 20'ê Çile de dest bi kar bike, berbijerê herî girîng ya dawîn e.

Wî herî dawî di bin serok Barack Obama de wek wezîrê karên derve yê Amerîka kar kiribû û hevdem di nava nezî 30 salên dawî de, di rêveberiyên Komarî û Demokrat de peywirên din yên dîplomatîk pêk anî.

Joe Biden ragihand ku, Bill Burns bi tecruba xwe ya di asta cîhanê bi deh salan dîplomatek nimûneyî ye û ewlehîya gelê me û welatê me diparê ze.

"Ew bawerîya min ya kûr parve dike ku divê îstixbarat di sîyasetê bêalî be û ku pisporên îstixbaratê yên dilsoz ji gelê me re xizmetê dikin, spas û rêzdariya me heq dikin, " Biden got.

Li gor tîma Biden heke erkdarkirina Burns ji h êla Kongres ê ve were pejırandin, ew ê bibe dîplomatê yekê ku wek Berpirsê CIA kar bike.

Burns, ku bi zimanên Rûsî, Erebî û Fransî diaxive, piştî 33 salan di 2014'de ji karbidestîya biyanî karkenar (malnişîn) bû û di dîrokê de tenê dîplomatê dudya bû ku wek cîgirê wezîrê karên derve xebitî.

Hevdem, hat ragihandin ku Burns di pênc rêveberîyên seroktîya Amerîka de di gelek astên ewlehîya neteweyî de kar kirîye.

Burns piştî ku ji karûbarê xizmetên biyanî karkenar bû, ew bû serokê Carnegie Endowment for Peace International, rexistineke ramanê ya karûbarên navneteweyî ku navenda wê li Washingtonê ye.

Wî li Zanîngeha LaSalle ya Philadelphia û Zanîngeha Oxford a Brîtanya xwendina xwe temam kirîye.


XS
SM
MD
LG