Serokê Amerîka Joe Biden, tevî nerazîbûnên Komarîyan ewê îro Çarşemê bi Demokratên Kongresê re bicive da ku pêyvajoya pejirandina paketa alîkarîyê ya 1.9 trîlyon dolarî ya COVID -19 pêşve bibe.
Qesra Spî bi daxuyanîyeke ragihand ku Biden dê îro banga civîna heftane ya Demokratên Civata Nûneran bike û piştre jî senatorên Demokrat re li Ofîsa xwe bicive.
Demokratên Kongresê roja Sêşemê bo zûtirîn pejirandina paketa alîkarîyê gavên xweyên pêşîn avêtin.
Wan, bi armanca bikaribin ku bêyî piştgirîya Komarîyan paketa alîkarîyê ya serok Joe Biden derbaz bikin, bernivîseke budçeyê kirin rojevê, û li her du civatan dengdan pêk anîn da ku ser vê bernivîse nîqaş werin kirin.
Demokrat dixwazin ku bi paketa nû bo cara dudya alîkarîya dravî ya rasrerast bidin welatîyên Amerîkî da ku piştvanîyê bide başbûna aborîya ku jiber pandemîya vîrusa korona hilweşîya ye.
Li Amerîka heya niha tenê nêzî 450.000 kes bi sedema nexweşîya CIVID – 19 jîyanên xwe ji dest dane.
Serok Biden roja Duşemê bi 10 senatorên Komarî re civyabû û gotibû ku ew dixwaze bo paketa xwe ya alîkarîyê piştgirîya her du partîyan jî bi dest bixe.
Di paketa nû ya alîkarîyê de jibo vaksîn û alîkarîyên bêkarîyê yên zêde hene.
Biden roja Duşemê komek ji 10 senatorên Komarî yên nerm civandibû û gotibû ku ew dixwaze piştgirîya du-partî ji bo pilana xwe bistîne, ku tê de bêtir drav ji bo derzîkan û alîkarîyên bêkarîyê yên zêde hene.
Lê, Komarî bi gelemperî budceya alîkarîya rasterast ya kesane rexne dikin û budceya paketa alîkarîya COVID-19 sala borî ya bi 4 trîlyon dolarî dest nîşan dikin.