Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dijî Cureya Delta Banga Karanîna Vaksînan Dike


Serokê Amerîka Joe Biden li Qesira Sipî bang li welatîyan kir ku dijî belavbûna cureya vîrusa korona ya bi navê Delta vaksînê bikar bînin.

Biden da zanîn ku heta dawîya vê hefteyê dê li Amerîka 160 mîlyon kes bi temamî werin vaksînkirin û wî ji Amerîkîyan xwest ku dijî vîrusê bi tedbîr tevbigerin.

‘’Bi mîlyonan Amerîkîyan hîn vaksîn li xwe nedane, dijî vîrusê berevanîya wan tune. Jiber wê hevalên wan, derdora wan û însanên qîmetê didinê di metirsîyê de ne.’’ Biden got.

Wî dîyar kir ku jiber cureya Delta metirsîya çêdibe mezintir e.

Serok Biden da zanîn ku li jimareke herêmên Amerîka, jiber cureya Delta pêketin û mirin çêdibin.

Cureya Delta, ku li gelek welatan bûye vîrusa berbelavtir, li gor cureyên din zûtir belav dibe û bi taybetî di nav ciwanan de rewişên girantir çêdike.

Karbidestên saxlemîyê yên Amerîka dibêjin ku cureya Delta li hemî eyaletan hatiye dîtin.

Biden got ku rapor nîşan didin ku ji destpêka Gulanê vir ve yên ku ketine nexweşxaneyê û canên xwe ji dest dane, ew kes in ku vaksîn li xwe nedane.

Wî da zanîn ku vaksîn belaş, kêrhatî û girîng e.

Çaverê ye ku rêvebirîya Biden di van mehên havînê de pirtir giranîyê bide ser bernameya vaksînê.

Serok Biden dîyar kir ku 42 hezar dermanxane dê wek navendên vaksînê xizmetê bikin û da zanîn ku ew dê klînîkên mobîl yên bo vaksînê jî zêdetir bikin.


XS
SM
MD
LG