Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Îro li Wezareta Derve bi Firehî Behsa Sîyaseta Derve ya Rêvebirîya Xwe Kir


Serokê Amerîka Joe Biden îro Pêncşemê seredana Wezareta Derve ya Amerîka kir û li wê derê bi firehî ser sîyaseta derve ya rêvebirîya xwe kir.

Serok Biden ji karmendên wezaretê re spas kir û got ku ewê piştgirîta wan hemîyan bike û bi piştgitrîya wan Amerîka careke din vegerîne qada cîhana dîplomasîyê.

“Amerîka vegerî. Dîplomasî vegerî. Hun di navenda hemî tiştên ku ez dixwazim bikim de ne. Emê hevbendîyên xwe jinûve ava nikin,” Serok Biden ji karmendên Wezareta Derve re got.

Wî da zanîn ku ewê piştgirîya Amerîka ya ji operasyona leşkerî ya Erebistana Saudî ya dijî Yemenê bisekinînin û prosesa vekişîna hêzên Amerîkî ji Almanya bicemidînin.

Di nav wan guherînan de, vekişîna piştgirîya bo şerê li Yemenê, vegerîna li peymanên navneteweyî, zêdekirina hejmara penaberên qanûnî û bertekên zelaltir yên bo kiryarên Rûsya, hene.

Biden di hefteya duyê ya seroktîya xwe de serdana Wezareta Derve kir û bo kêşeyên wek rikeberîya bi Rûsya û Çînê re, şewba vîrusa korona, îqlim û çekên navokî bal kişand ser girîngîya hevkarîyên navneteweyî.

Biden da zanîn ku ewê êdî her sal 125,000 koçberan qebûl bikin û dîyar kir ku wî ser vê mijarê fermaneke qanûnder îmza kiriye.

"Me roja Çarşemê biryar da ku Peymana START ya Nû bo 5 salên dirêj bikin Min ser kiryarên agresîf yên Serokê Rûsya Vladimir Putin peyameke vekirî da û ku girtina rexnegirê Kremlînê Aleksei Navalny û binpêkirina mafê kombûna aştîyane xem çêkirine. Ez banga berdana Navalny dikim."

Biden got ku ewê dijî nîyetxirabîyên aborî yên Çînê, çalakîyên wê yên bi hêrs û êrîşên wê yên ser mafên mirovan têkoşînê bikin û da zanîn ku di hin mijaran de jî gava berjewendîya Amerîka hebe ewê hevkarîyê bikin.

Wî dîyar kir ku ewê bo rawestandina şerê li Yemenê hewildanên xwe yên dîplomatîk zêdetir bikin û da zanîn ku ew dixwazin bo hevdîtinên aştîyê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) piştgirî were dayîn.

Wezîrê Derve Antony Blinken, Tim Linderking roja Pêncşemê bu nûnertîya taybet ya Yemenê erkdar kiribû.

Biden got ku nûnerê nû dê bo rawestina şerê li Yemenê û alîkarîyên mirovî yên bo gelê wî welatî xebatan bimeşîne.

"Emê hemî piştgirîya xwe ya jibo operasyona li Yemenê vekişînin. Emê alîkarîya ji Erebistana Saudî re bidomînin ku ew berevanîya serwerî û yekîtîya axa xwe bike."

Biden bal kişand ser darbeya leşkerî ya li Myanmarê û got ku ew ser wê mijarê bi Serokê Komarîyên li Civata Senatoran Mitch McConnel re danûstandinê dike.

Wî bang li artêşa Myanmarê kir ku ji desthilatê vekişe, karbidestên hatine desteser kirin berde û tundûtûjîyê biterikîne.

Biden dîyar kir ku wan dest bi xebatan kiriye ku Amerîka bo cîhanê careke din rêberîya dîplomatîk bike û da zanîn ku Wezîrê Berevanî Lloyd Austin dê ser rewişa wan ya li cîhanê nirxandinekê bike.

Serok got ku Amerîka dê bi lez û bezî vegere qada dîplomasîya cîhanî û rola xwe ya pêşengîya welatên demokrat careke din bi karîgerî bilîze.

Biden herwiha got ku piştgirîya ji civaka LBTGQ wel bibe beşeke girîng ya dîplomasîya wan.

Serok Biden got ku ewê bernameya sîyaseta derve ya serokê berê Donald Trump biguherîne

XS
SM
MD
LG