Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Berdana Jimareke Dîlên Destê Hamasê Pir Nêzîk E


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden îro Sêşemê li Qesira Sipî ragihand ku pir nêzîk e ku bo azadkirina hin ji dîlên di destê Hamasê de peymanek çêbe.

"Tîma min li herêmê ye û di navbera paytextan de digere. Em niha pir pir nêzîk in ku di demeke nêzîk de hin ji van dîlan bînin malê. Lê, ez naxwazim ji niha ve behsa hûrgulîyan bikim."

Biden bi berdewamî dîyar kir ku gava ku di destê wî da pirtir tişt hebe wê bi bîragiştî re parve bikin.

Geşbînîya Biden di vê demê de tê ku ji Rojhilata Navîn jî ser heman mijarê şîroveyên êrenî belav dibin.

Hamasê îro ragihandibû ku pêkan e ku di demeke pir nêz de bi Îsraîlê peymaneke lihevkirinê çêbe.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî gotibû ku ew hêvî dike ku di demeke nêzîk de ser azadkirina dilên di destê Hamasê nûçeyên baş wê hebin.

Karbidestekî Amerîkî jî ji Reutersê got ku li gor peymanê, wê 50 dîlên di destê Hamasê di berdela nêzî 150 girtîyên jin û temenpbiçûk yên Filîstînî ji girtîgehên Îsraîlê werin berdan. Herwiha li Gaza bo çar pênc rojan navbereke sekinandina şer pêk were.

Heman jêder bal kişand ku niha di navbera Îsraîl û Hamasê de hevbîrbûneke demkî heye, lê heta ku her du alî li ser tevahîya xalan li hev nekin pir zû ye ku meriv bêje peyman çêbûye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG