Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Biden û Erdogan Dê li Brukselê Rûbirû Biaxifin


arşîv, 2014
arşîv, 2014

Qesira Sipî ragihand ku Serok Joe Biden û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dê di Hilcivîna NATO de hevdîtinekê çêkin.

Hilcivîna NATO dê di 14’ê Hezîranê de li Bruksel ya paytexta Belçîka li dar keve.

Biden û Erdogan bi hevdîtina li Hilcivîna NATO dê cara yekê rûbirû biaxifin.

Li gor bernameya ku Qesira Sipî ragihandiye, Biden dê berî Hilcivîna NATO, li London ya paytexta Brîtanya bi serokwezîrê wî welatî Boris Johnson re bicive û li herêma Cornwall jî di navbera 11 û 13’ê Hezîranê de beşadrî Hilcivîna G-7 bibe.

Piştî Hilcivîna NATO, Biden dê di 14’ê Hezîranê de dîsa li Brukselê beşdarî civîna karbidestên Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) bibe.

Biden du rojan piştî hevdîtinên bi karbidestên Ewrupî re dê li Swîsre bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re bicive.

XS
SM
MD
LG