Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Piştgirî Dide Fînlandîya û Swêdê ku Beşdarî NATO'yê Bin


Serokomarê Fînlandîya Sauili Niinsto , Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson li, Qesra Spî, Washington DC 19 Gulan,2022

Serokê Amerîka Joe Biden wê îro Pêncşemê bi rêberên Swêd û Fînlandîya re li Qesra Sipî hevdîtin pêk anî ku bo serlêdana her du welatan ya NATO’yê piştgirîyeke xurt nîşan bide.

Ev hevdîtina se alî ya li Washington di demeke de pêk hat ku Tirkîyê îro dijberîya xwe ya hember vê gavê dubare kir.

Biden, Serokwezîra Swêdî Magdalena Andersson û Serokomarê Fînlandî Sauili Niinsto re li Baxçeyê Gulan yê Qesra Sipî, ku bi alên welatan hatibû xemilandin, axifî.

Serokê Amerîkî pêsna hevkarî û yekdengîya navbera Ewrupa û Amerîka da ku ji destpêka dagirkirina Rûsya ya li Ukrayna, bi rengekî berbiçav derketiye holê.

Biden roja serlêdana NATO’yê ya her du welatan wek rojeke pir girîng û dîrokî pîroz kir.

"Ez piştgirîya xwe ya xurt bo du demokrasîyên mezin dîyar dikim ku ew tev li hevbendîya berevanî ya herî hêzdar ya dîroka cîhanê dibin. Swêd û Fînlandîya tevahîya pîvan û rêgezên NATO’yê bi cîh tînin."

Biden got ku ewê got îro belgeyên bo erêkirina demûdest ji Kongresa Amerîkî re pêşkêş bike.

Ji alîyê din ve îro Tirkîyê dijberîya xwe ya bo serlêdana Swêd û Fînlandîya ya NATO’yê dubare kir.

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan ji Swêdê daxwaz kir ku dawî li piştgirîya çekdarên Kurd bîne, ku dewleta Tirk wek komên terorîst bi nav dike.

Enqere hevdem hem ji Swêd û hem ji Fînlandîya daxwaz dike ku qedexeyên xwe yên ser Tirkîyê bo firotina hin çekan rakin.

Hêjayî balkişandinê ye ku jibo endamtîya NATO'yê, divê hemî 30 endam serlêdana dewletên nû bipejirînin û Estonya îro erêkirina endambûna Fînlandîya û Swêdê ragihand.

XS
SM
MD
LG