Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden bo Karmendên Federal Karanîna Vaksînê Mecbûr Dike


Serokê Amerîka Joe Biden bo karmendên federal û xebatkarên bi kontrat karanîna vaksîna vîrusa korona mecbûrî kir.

Biden ser pêla dawî ya vîrusa korona got ku ‘’pandemîya kesên vaksîn li xwe nexistine.’’

Wî li Qesira Sipî dîyar kir ku ewê ji hemî xebatkarên federal bixwaze ku vaksînê li xwe bidin û da zanîn bo ku karkerên firoşgehên ku pirtir ji 100 kesan dixebitînin vaksînê li xwe bidin û her hefte testa vîrusa korona bikin, ewê biryarnameyekê îmza bike.

Serok Biden bo belavbûna vîrusa korona rawestîne û karanîna vaksînê zêdetir bike planeke bi 6 qonaxan ragihand.

Li gor vê planê;

Hemî firoşgehên ku pirtir ji 100 kesan dixebitînin, dê bikin ku karkerên xwe vaksînê li xwe bidin û her hefta xwe test bikin.

Bo hemî Amerîkîyan dê bidestxistina vaksînanan were hêsan kirin.

Xwendekar û xebatkarên li dibistanê dê bi awayekî sîstematîk testa vîrusa korona bikin.

Testên li malê tên kirin dê erzantir bibin.

Bi Bernameya Parastina Mûçeyê (PPP) dê di kredîyan de efûkirin hêsantir bibe.

Piştgirîya bo nexweşxaneyên ku jiber vîrusa korona ketine rewişeke dijwar dê zêdetir bibe.

Biden dîyar kir kur sîstema vaksînê ya Amerîka rind e, lê bal kişand ku hîn jî 80 mîlyon Amerîkî naxwazin vaksînê li xwe bidin.

Wî ser kesên vaksîn li xwe nexistine got ku ew rê li ber zararê vedikin û zararê didin.

Serok Biden di hefteyên borî de bo karmendên federal yên vaksînê li xwe naxin, zêdetir test û karanîna maskan mecbûr kiribû.

Bi biryarnameya nû ew şert jî radibin û vaksîna mecbûrî tê.

XS
SM
MD
LG