Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Joe Biden Bi Fermî Bû Berbijarê Demokratan


Cîgirê Serokê berê yê Amerîka Joe Biden îşev di Kongreya Neteweyî ya Partî ya Demokrat de ragihand ku ew bi serbilindî namzetîya Partîya Demokrat ya jibo seroktîya Amerîka qebûl dike.

Biden got ku ew Demokratekî serbilind e, lê ewê bibe serokê hemî Amerîkîyan.

“'Ronahîyê bide mirovan û ewê rê bibînin. Ew gotin jibo dema me ne. Serokê heyî jibo demek gelek dirêj Amerîkî tarîyê de xeniqand.”

Berbijarê Demokrat ragihand ku zêde hêrs, pir tirs, pir dabeşbûn li Amerîka heye û niha ew sozê dide gel û heke gel bikaribe bi seroktîya wî bawer bibe, ewê bi armanca herî baştir bixebite, ne ya herî xirab. Ewê bibe alîgirê ronahîyê, ne tarîyê.

“Ev dema jibo me ye, bo me ku gel dê werin ba hev. Û ti xelatîyan nekin. Bi yekbûyî em dikarin û emê vê dema tarî ya li Amerîka têk bibin. Emê li şûna tirsê hêvîyê bijêrin, şûna derevan rastî, şûna mafên taybet dadmendîya giştî bijêrin,” Biden got.

"Ez bi serbilindî û bi rûmetî vê berbijarîya jibo seroktîya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka dipejirînim. Lê dema ku ezê bibim berbijarerê Demokrat, ezê bibim serokê hemî Amerîkayê. Ez jibo yên ku piştgirî nedin min ji gelek dixebitim ku ez bo wan kesên ku jibo min deng bidin jî. Ew karê serokek e ku nûnertîya me hemîyan bike, ne tenê alîgirên partîya me. Ev ne demeke bo partîzanîyê ye. Ev divê dema hemî Amerîka be, ” Biden herwiha got.

Berbijarê Demokrat ser pewîstîya hevî, ronahî, hezkirin û yekbûnê bi taybet sekinî.“Ev divê demeke Amerîkî be. Amerîkî bi armanca hevî û ronahî û hezkirinê ku jibo pêşeroja me hêvî bike. Ronahî da ku rêya me ya pêş û evîna me ya ku yen bo hevdû bibînin. Amerîka ne tenê berhevkirina berjewendîyên pevçûnan e, ne tenê ji eyaletên sor û eyaletên şîn pêk tê. Em ji wê yekê pir mezintir in. Em ji wê yekê pir baştir in," Biden got.

Wî bal kişand ku ev kempeyn ne tenê ji bo bidestxistina dengan e, lê derbarê qezenckirina dil û ruhê Amerîka ye.

“Serkeftina giştî bi hevre ye, ne xweperestî yan kesitî ye. Serkeftina hilbijartinan jibo karkerên ku vî welatî domdar dikin e, ne tenê çend kesên herî yên bi mafên taybet yên li jor in."

Biden bi berdewamî ragihand ku tiştê ku ew di derbarê vî serokê de dizanin ew e ku heke çar sal jî wî re were dayîn, ewê tiştên ku ev çar sal in dike, bidomîne.

Di heman demê de Biden hişyar kir ku ger Serok Trump careke din bo demeke çar salan were hilbijartin ewê belavkirina metirsî û nefretê bidomîne.

"Serokekî ku bê berpirsî tevdigere, red dike ku rêbertîyê bike, yên din sûcdar dike, nêzê dîktatoran dibe û nefret û parçebûnê gûrtir dike," wi îdia kir.

Biden soz da ku ewê nirxê Amerîka ya di qada navnetewî de û hêza Amerîkî ya leşkerî jinûve xurt bike.

“Ezê, bi pêgirî berpirsîyê rakim ser xwe ku wek fermandarê giştî xîzmeta we bikim. Ezê bibim serokekî ku li kelêka heval û hevbendên xwe disekine û ji neyaran re eşkere dike ku êdî dilxweşkirina dîktatoran nemaye.”

Biden herwiha got ku di bin rêbertîya wî de sîyaseta derve ya Amerîkî de gelek cihê be.

“Di bin rêvebirîya Serok Biden de, Amerîka dê çavê xwe ji merkujên kirêkirî yên Rûsî negire ku ketine dû serê leşkerên Amerîkî û ezê nehêlim ku hêzên bîyanî maya xwe di peyvajoya hilbijartibl de bike.”

Wî bi berdewamî got ku ewê her dem jibo maf û rûmeta mirovan bişixule.

“Ezê tim berevanîya mafên mirovan û rûmeta mirovan bikim û jibo armanca hevbeû ya afirandina cîhaneke aştîyane ya ewletir û dewlemenditir bixebitim.”

Bidenê 77 salî, 36 sal li Civata Senatoran nûnertîya eyaleta Delawere kir û hêşt sal jî wek cîgirê Serok Barack Omama xebitî.

Wî berê jî du caran ketibû kêbirkeya hilbijartinê ku bibe kandîdê partîya xwe, lê bi ser neketibû.

XS
SM
MD
LG