Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Trump, Biden jî jibo Hilbijartinê Diçe Georgia


Serokê hilbijartî Joe Biden îro Pêncşemê ragihand ku ewê here eyaleta Georgia ku di hilbijartina qonaxa duyê ya Civata Senatoran de jibo berbijarên Demokratîk piştgirî bixwaze.

Biden ragihand ku ewê roja Sêşemê here Georgia ku di hilbijartina 5'ê Rêbendanê de piştgirîya berbijarên Demokratîk Jon Ossoff û Raphael Warnock bike.

Hilbijartina istana Georgia jibo sîyaseta Amerîka pir girîng e jiber ku wê dîyar bike ku kîjan partî piranîya di Civata Senatoran de bi dest bixe ku niha di destê Komarîyan de ye.

Demokrat hêvî dikin ku her du senatorîya Georgia qezenc bikin ku hejmara kursîyên xwe bikin 50 ku hîngê her du partî dibin xwedîyê heman hejmarê.

Li gor qanûnên Amerîkî, dema her du partî di Civata Senatoran ya bi 100 kursîyan de xwedî 50 kursî bin, hîngê cîgirê/a serok dikare dengê xwe bide ku dawî li wê rewşê bîne.

Li Civata Nûneran ya beşa jêrîn ya Kongresa Amerîkî, Demokrat xwedîyê piranîyê ne, lê Komarî kontrola Civata Senatoran dikirin.

Serok Donald Trump jî di dawîya heftê de çûbû Georgia ku ji piştgirî ji berbijarên Komarî Senator David Perdue û Senator Kelly Loeffler bike.

XS
SM
MD
LG